MÊRDÎN – Eskerên hefteya borî li herêma Omerya ya Mêrdînê derketin operasyona dagirkeriyê li mirovên pîr ên li gund dan. Abdûrrahman Dînler ê 73 salî bi lêv kir ku ligel ket erdê jî eskeran ew daye ber pêhnan.
Di 22’ê cotmehê de artêşa tirk li gundê Qurdîsê yê herêma Omeriya Mêrdînê dest bi operasyona dagirkeriyê kiribû. Di şerê di 25’ê Cotmehê de derket dehat îddîa kirin ku 2 gerila şehîd bÛne. Dema operasyonê berdewam dikir, di 25’ê Cotmehê de eskeran bi ser mala Îbrahîm Dînler (73) û Faîze Dînler (72) a li gundê Qurdîsê de girtibûn û herdu bi lêdanê binçav kiribûn. Dînler piştî 9 rojan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
Birâyê Îbrahîm Dînler ê bi lêdanê hatibû binçavkirin, Abdûrrahman Dînler ê 73 salî jî diyar kir ku roja operasyonê eskeran li wî jî dane. Dînler, dazanîn ku roja operasyonê ya ewil esker daketin gelî û lêgerîn kirin û bi lêv kir ku eskerên ku li gund noxte danîn, du rojan li gund man. Dînler, anî ziman ku eskeran dîwarekî di newalê de hilweşand û gelek darên zeytûnan jê kirin. Dînler, destnîşan kir ku eskerên ku bi ser mala wî de girtin li wî dan û hêj aliyê singê wî yê rastê diêşe. Dînler, bi lêv kir ku piştî ket erdê jî eskeran bi pêhnan li wî dane.