ENQERE – Ji ber salvegera damezrandina Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) rêxistinên ciwanan xwestin li pêşiya Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê xwepêşandanekê li dar bixin. Lê belê polîsan êriş kirin.
Polîsan bi lêdanê 11 xwendekar û gelek kesên pê re destgîr kirin.
Her wiha polîsan nehiştin ku rojnamevan jî dîmen û wêneyan bikişînin.