QAMIŞLO – Ciwanên Qamişlo di çarçova amadekariyê şer de perwerdeyên xwe didomînin. Piştê perwerdeyên xweparastinê, ev demeke perwerdeyên tenduristiyê jî dest pê kirî bû.
Îro li wargeha Ciwanan ya Qamişlo duyemîn dewreya Alîkariya Yekemîn ( Mudaxeleya Yekemîn) bi dawî bû.
Bi vê boneyê xwendekaran re civîn jî hate girtin. Civîna xwendekaran de bal li ser rewşa dawî hate kişandin û girîngiya xwe rêxistinkirina li ser bingehê Şerê Gelê Şoreşgerî, û girîngiya Alîkariya Yekemîn di dema niha de hate diyarkirin.l Li ser vê esasê komîteyek ji bo mudaxeleya rewşên awerte di nava xwendekaran de hate çêkirin .
Herî dawî bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin û dîlan hate girtin.