NAVENDA NÛÇEYAN – Bernameya Dengê Ciwanan bi dirûşma ‘Li pêşiya ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ti hêz nikare bisekine” ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê ve hate destpêkirin. Bernameyê îro dest bi weşanê kir.
Tevgerên Ciwanan li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Berxwedêr îro li her devera cîhanê têdikoşin. Madem têkoşîn heye, madem berxwedêr bêdeng namînin, wê demê pêwîstî bi qadeke nû heye ku vî dengê berxwedêran bilind bike.”
Li gorî daxuyaniyê, Bernameya Dengê Ciwanan wê hewl bide têkoşîna ciwanên Kurdistanê, ciwanên şoreşger, antî faşîs tû enternasyonal bigihîne tevahiya cîhanê.
LÎNK
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Dengê Ciwanan dengê her kesî ye, dengê me hemûyan e. Tu jî tevlî tevnê bibe, têkoşînê bilind bike.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêya van lînkan kesên bixwazin dikarin bibin aboneyê bernameyê:
* Twitter: https://twitter.com/dengeciwana
* YouTube: https://www.youtube.com/channel/UCMwTxqvsjWxkgpAJubNO7kA
* Instagram: https://www.instagram.com/genclikmikrofonu/