NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala perwerdeyê ya 2021-2022’an de, ji xwendekarên Bakur û Rojahilatê Sûriyê ku bi zimanê dayikê di dibistanên Rêveberiya Xweser de xwendibûn, 2 hezar xwendekar derbasî zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
Di Zanîngeha Rojava de ji bo ku xwendekar nêrînên xwe bi serbestî parve bikin û xwe bi rêxistin bikin, Meclisa Xwendekaran û Meclisa Jinan hene.
Xwendekarên Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî, Beşa Wêjeya Kurdî der barê zanîngeha xwe de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
‘EZ PÊ SERBILIND IM KU LI VIR IM’
Xwendekara bi navê Nesrîn Yûnis ya ji navçeya Çilaxa diyar kir ku Zanîngeha Rojava bi sîstemeke demokratîk derdikeve pêş û di nava sîstemê de mafê axaftinê ji her kesî re heye û got: “Sîstema zanîngehê me ji fikirên desthilatdariyê dûr dixe.”
Nesrîn Yûnis da xuyakirin ku Zanîngeha Rojava derfeta xwendina bi zimanê dayikê pêşkêşî wan kiriye û wiha dom kir: “Heke em bi zimanê xwe nexwînin, em dê bi neteweya xwe ya resen neyên naskirin. Ez niha gelekî serbilind im, ji ber ku ez li vir im.”
Nesrîn Yûnis da zanîn ku ew dixwaze piştî ku xwendina xwe di zanîngehê de temam bike, civaka xwe bi pêş bixe.
‘JI GELEK VEBIJÊRKAN MIN WÊJEYA KURDÎ HILBIJART’
Dilşêr Hiso jî ji navçeya Amûdê ye û diyar kir ku xwesteka wî ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne, ji ber vê yekê xwendina di Zanîngeha Rojava de hilbijart û wiha dewam kir: “Di zanîngehê de mafê xwendekaran heye ku bi mamosteyên xwe re guftûgo bikin û nêrînên xwe parve bikin.”
Dilşêr Hiso destnîşan kir ku di mufadeleya duyemîn de gelek xwestek jê re derketin lê wî Beşa Wêjeya Kurdî hilbijart û da zanîn ku xwesteka wî ne tenê ew e ku perwerdeyê bi dawî bike, berovajî wê piştî derçûnê li kêleka karê xwe helbest û çîrokan binivîse û wiha dewam kir: “Da ku civak sûdê ji helbestên min bigire û her wiha ez bi rêya berhemên xwe hizrekê di hundirê şoreşa Rojava de pêşkêş bikim.”
Dilşêr Hiso got ew dixwaze bi rêya berhemên xwe komkujî û pişaftina li dijî gelê Kurd pêk hat, bide xuyakirin, her wiha gelê Kurd ji bo xwedîderketina li zimanê xwe teşwîq bike.
Li gorî rêveberiya Zanîngeha Rojava, îsal 750 xwendekar derbasî zanîngehê bûne.