QAMİŞLO – Merasîmê şehîd Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mezlûm Gulo îro li bajarê Qamişlo hat li darxistin
Merasîm ji dewara Sonî di saet 11:00 an de destpêkir
Bi hezaran kes beşdarî van merasîma bûn, di vê meşê de alên hemî saziyan hatin rakirin, û bi pankartên “Bi vîna gelan em ê textê faşîzmê û ajanên wê hilweşînin”
“Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me yên li Qamişlo şermezar û lanet dikin”
“Komkujiyên we nikarin vîna gelê me bişkîne” hatin rakirin.
Bi beşdarabûna bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên jinan û partiyên siyasî di van kêliyan de li goristanê merasimeke bi heybet tê lidarxistin.
Merasimê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Niha merasim bi axaftina Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif dewam dike.