MINBIC – Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Minbicê tevlê bûn.
Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ber çerxerêya Mêzan ve dest pê kir. Di meşê de pankartên “Werin cenga azadiyê” û “Dem dema azadiyê ye” hatin vekirin.
Meş li çerxerêya Mêzan rawestiya û li vir Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajar û gundewarê Minbicê Ehmed El-Cemîlî daxuyanî xwend û got: “Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşge a Minbic û gundewarên wê em tevahî êrişên dijminane yên faşîzma Tirk ên li dijî berxwedêrên li çiyayên Avaşîn, Zap, Metîna û Şengalê şermezar dikin. Faşîzma Tirk ku bi sedan caran têkçû û derbên giran li eniyên berxwedanê xwarin, hovîtiya wê gihişt asta ku çekên qedexekirî li dijî gerîlayên heheng ên berxwedêr bi kar bîne, da ku wan lawaz bike û îradeya wan bişkîne.
Em dizanin ku hemû tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dike ji bo lawazkirina gelê azad e yê ku bi fikirê rêberê neteweyî Abadullah Ocalan dijî. Faşîzma Tirk bi hewldanên xwe yên dûbare yên qetilkirina mirovên azad û xirabkirina fikirê me ku xwe dispêre xeta neteweya demokratîk armancên xwe pêk bîne.
Em tevahî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ya dawî êrişên bi balafirên bê mirov ên li ser Kobanê û Qamişlo ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn, şermezar dikin, em nahêlin ku dagirker li ser xaka me bimîne û em ê li hemberî wan bibin bend.
Em Tevgera Ciwanên Şoreşger soz didin gelê xwe ku em ê rêya şehîdên azadiyê û ramanê rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin heta ku tevahî cûreyên dagirkeriyê li ser xaka xwe têk bibin û tevahî gelên azadîxwaz rizgar bikin.”