BEHDÎNAN – Rêbaza sereke ya têkoşîna li dijî faşîzmê; şer e. Yên kû vî şerî pêş bixin, mezin bikin û faşîzmê têk bibin jî pêşengiya têkoşînê bikin jî ji bilî ciwan û jinên ciwan ne kes e!
Ev berxwedena dîrokî jî herikîna bi hezaran ciwanan a li pey azadiyê ye.Li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê ciwan û jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azadiyê û têkoşîne bilindtir dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî, ku yek ji qadên girîng ên tekoşîne ye, ciwanan bi daxuyanê ragihandin ku ew di çarçova pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de tev li refên PKK ‘ê bûne.
Wek Ajansa Nûçeciwan me di hevpeyvînên xwe yên ku me bi ciwanê tevli refên azadiyê bûne re kirine hest û ramanên wan pirsîn.
Agir Tolhildan –
Navê min Agir Tolhildan e. Ji Rıha Pirsûsê me. Ev 23 sal e tecrîtek mezin li ser Rêber Apo heye. Ev tecrît ne tenê li ser Rêber Apo ye, li ser hemû gelê Kurd e tabî. Sîstema Akp-Mhp bi awayek qirêj bi ser gelê Kurd de tê. Berî ku partî derketiye holê vir de jî dimeşe û dê hê jî bimeşîne yanê vî sîstema qirker û qirêj dimeşîne tabî. Li hember vê sîstemê gelê Kurd jî berxwedaneke pir mezin dide. Tabî dê ber xwe bide jî. Bila gelê Kurd zanibe hemû gelê Kurd berpirsyarê vê rastiyê ye. Bila xwe tevlî gêrîla bikin, bila xwe berpirsiyar bibînin. Li Avaşîn, li Zapê şerekî pir mezin dimeşe, li hember vê jî berxwedaneke pir mezin heye, ev didome, dê bidome jî. Dewleta tirk dixwaze me ji ortê rabike, gelê Kurd ji ortê rake dixwaze PKKê ji ortê rabike. Dema partî ji ortê rakir gelê Kurd jî rakiriye, tune kiriye. Ew wisa dibîne û dizane ku PKK ji ortê were rakirin gêrîla ji ortê rabe gelê Kurd tune dibe.
Ez banê ciwanên Kurd dikim, ciwanê Apocî dikim; divê ew tevlî gêrîla bibin, xwe berpirsiyar bibînin, tevlê refê gêrîla bibin. Tevlêbûna min jî wisa bû. Min dît ku gelê Kurd tê qirkirin, ji ortê tê radikin, ez tevlê bûm. Her roj gelê Kurd dikujin, gund şewitandin. Tabî dewlet jî tiştek têde nemaye. AKP-MHP jî qediyaye, nav xwe de bihevdu ketine wisa xwe didomîne. ji ber vê fuhûşê û tiryakê bi pêş dixe. Divê ciwanên Apocî xwe berpirsiyarê vê tiştî bibînin tevlî gêrîla bibin. Rastî ev e. Bila dîroka xwe bizanibin. Divê ciwan xwe nas bikin, dîroka xwe nas bikin û tevli gerilla bibin. Bila jin xort berê bi Kurdistanê ve bidin.Yanî bila ji dîroka xwe nerevin. Ev rastiya wane, ew welatê wana, ev dîroka wane. Kesê ku ji dîroka xwe bireve, dîroka xwe nizanibe nikare bimeşe, nikare bibîne
Ji ciwanên herêma Tolhildanê re jî dibêjim bila rabin. Divê mirov gerilatiyê di xwe de hîs bike, fêm bike. Ew jî dizane hemû dinya jî dizane ku gêrîla ji gel qut bibe, gel namîne gelê Kurd jî tune dibe yanî. Ev 45 sal e vê dimeşîne nikare serbixe. Hebûna me jî di refê gêrîla de ye. ji bo vê jî hemî sîstema xwe ya qirêj dixe meriyetê. Bila hemû gelê Kurd bibînie. hemû xort jin xwe berpirsiyarê vî rastiyê bibînin tevlê gêrîla bibin. Ez bi vê minasebetê salvegera PKK li Serok, hemû şehîdên tekoşînê û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim.