HESEKÊ – Civîna salane ya Jinên Ciwan a herêma Cizîr îro li bajarê Hesek’ê bi tevlíbûna 50 jinên ciwan a hemû bajarên herêma cizîr hat lidar xistin.
Civîn di derbarê xebat û têkoşîna Yekîtiya jinên Ciwan, pirsgirêkên ku jinên ciwan ji ber zihniyeta zayendperest pêre rû bi rû dimînin hate nîqaş kirin û di heman demê de perspektîfa bingehîn ya ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan hate dayîn.
Dawiya civîne de ji bo destpêkirina sala nû pilan û projeyên bingehîn di derbarê xebatê de hate dayîn.