QAMIŞLO – Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi şiyara “Emê bi ciwantî şerê gelê şoreşgerî rêxistin bikin şoreşa xwe ava bikin” ve Konferansa xwe ya yekemîn pêk tîne.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi daxuyaniyekî ve diyar kir ku ewên 19’ê Mijdarê de di asta Herêma cizîrê de konferansa xwe ya Yekemîn li dar bixin.
Di daxuyaniyê de bangawaziya ciwanan ji bo tevlêbûnê hate kirin. Bangawaziyê de hat diyar kirin ku dê Konferans 19’ê Mijdarê de li Qamişloyê Zanîngeha Rojava de di saet 9’ân de dest pê bike.