KOBANÊ – Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qenaya ya 20 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Kobanê ji bo şeremzarkirina çekên kîmyewî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar tîne û êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist. Meş ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest pê kir. Di meşê de diruşeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Na ji dagirkeriya Tirk a faşîst re” û “Bê serok jiyan nabe” .
Meş li deriyê ketina navçeya veguherî mîtîngê. Li vir hevseroka Meclisa Navçeya Qenaya Sûad Eldumer axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ji krîzên xwe yên siyasî û aborî bireve.
Her wiha bal kişand ser berxwedana dayikên şehîdan a li deriyê Sêmlkayê ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe û wiha domand: “Dayikên şehîdan li deriyê Sêmalka li benda cenazeyên zarokên xwe ne, lê PDK’ê cenazeyan radest nake. Ev yek xiyaneta wê eşkere dike.”
Sûad Eldumer di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, kir ku rê nedin ku dewleta Tirk êrişî herêmê bike û got, ew ê li hemberî êrişên muhtemel ên dagirkeriya Tirk li kêleka QSD’ê parastina herêmê bikin.