BORDEAÛX –
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoş (TÊKO-JIN) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya bîranînê li dar xistin.
Destpêkê Apê Şehîd Ardil Poyraz Ekrem Batman li bîranînê axivî.
Ekrem Batman got, “Şehîda me şehîda Kurdistanê ye. Ne ya destpêkê ye ne jî ya dawî. Bang li gelê me dikim ku li dora nirxên ku şehîdan afirandine bicivin.”
Bi navê Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) Siyabend Gimgim jî soza ji bo bîranîna şehîdan dubare kir û anî ziman ku wê ji bo bicihanîna armancên şehîdan têbikoşin.
Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.