BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
“Ji pêşengên berxwedana Dersimê Seyîd Riza, kurê wî û 5 lîderên eşîrên Dersimê beriya 84 salan li Qada Genim a Xarpêtê hatin darvekirin. Ev darvekirin ji bo qirkirina Dersimê tirsê berde nava dil û mejiyê Dersimiyan hate kirin. Em Seyîd Riza, kurê wî û 5 lîderên eşîrê û bi deh hezaran şehîdêrn Dersimê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku hesreta wan bi Dersim a Azad û Kurdistana Azad tacîdar bikin.
Qirkinek hate kirin ku di encamê de 70 hezar jin, zarok, extiyar, ciwanên Dersimî hatin qetilkirin, bi deh hezaran Dersimî ji bo bajarên rojavayî yên Tirkiyeyê hatin sirgûnkirin. Yên ku bi saxî ji vê qirkirinê rizgar bûn, bi qirkirina spî re xwestin ku bikin Tirk û qirkirinê temam bikin. Li Dersimê bi temamî qirkirinek kirin. Yek ji qirkirinên herî mezin ên sedsala 21’ê bû. Piştî qirkirina fîzîkî ya sala 1937-1938’an, bi qirkirineke çandî re ya di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin, ji Dersimiyan xwestin ku dest ji Kurdîtiya xwe berdin û bikin Tirk. Tirkbûyî jî weke hemdemiyeke ku rizgariya ji zext û zilmê li ser Dersimiyan ferz kirin.
Li Dersimê zext û zilmeke welê ya qirkirinê hate meşandin ku nehate xwestin şahidên komkujiyên sala 1937 û 1938’an jî qala komkujiyan nekin. Piraniya yên sax mane ev qirkirin bi bêdengî di nava xwe de veşartin. Di dehan salên dawî de hewl hate dayin ku Qirkirina Dersimê bê vegotin, lêkolîn û eşkerekirin. Xelkê Dersimê bi vî rengî hîn dibin ku dewleta Tirk a qirker mêtinger êşên bi çi rengî bi Dersimiyan dane kişandin. Dewleta Tirk a qirker mêtinger zilm, komkujî û qirkirina herî mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê li Dersimiyan kiriye. Dersimiyekî bi vê rastiyê nizanibe nikare bibe Dersimî. Bersiva herî baş a li qirkirina 1937-38’an wê xurtkirina têkoşîna demokratîkbûnê ya li Tirkiye û Kurdistanê be, afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad be. Di nava Kurdistana Azad de jî bêguman wê Dersim bi taybetmendiya xwe xweser be. Ji xwe Qirkirina Dersimê jî ji ber daxwaza parastina xweseriya Dersimê hate kirin. Eger têkoşînek bi vî rengî bê meşandin wê hingî bersiva herî rast li bîranîna Seyîd Riza, kurê wî, 5 lîderên eşîran û bi deh hezaran şehîdên Dersimê re bê dayin.
Bi qasî komkujî û qirkirina Dersimê zilmek ku mirovan bi hêrs dike kêm caran hatiye dîtin. Li şûna jibîrkirina vê yekê, pir pir girîng e ku ev bê eşkerekirin, di dil û mejiyan de bê neqişandin û bê têgihiştin. Ev hişmendî û têgihiştin jî bi meşandina têkoşîneke rasteqîn a demokrasî û azadiyê dibe. Ji salên 1060 û 1970’î û pê ve, bi taybetî piştî salên 1990’î Dersimiyan cihê xwe di nava têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê de girtin. Bi hezaran keç û xortên Dersimî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûn, bi sedan şehîd bûn, bi sedan jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a mêtinger qirker dît ku hêrsa li dijî qirkirina li Dersimê veguheriye hêza demokrasî û azadiyê ya ku vê zîhniyeta qirker ji holê rake, lewma jî li ser Dersimê dest bi şerekî taybet ê berfireh kiriye. Bi rêya vî şerê taybet hewl didin ku xelkê Dersimê, jin û ciwanan ji têkoşîna demokrasî û azadiyê vegirin. Lê belê Dersimî wê Seyîd Riza, Besê, Elîşêr, Zarîfe yên ku ruhê serbilind ên Seyîd Riza ne, Nûrî Dersimî yê ku banga tolhildanê li ciwanên Kurd bi taybetî li ciwanên Dersimê kir, şoreşgerên mezin Dr. Şivan, Huseyîn Cevahîr, Îbrahîm Kaypakkaya, Alî Haydar Yildiz, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Çîçek Selcan, Sorxwîn, Zeynep Kinaci (Zîlan); Suleyman Cîhan, Cafer Camgoz, Şiyar, Dr. Baran, Îsa, Baran Dersim, Atakan Mahîr, Yilmaz Dersim û bi deh hezaran şehîdan ji bîr nekin; wê di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de her tim cih bigirin.
Rêber Apo sala 1977’an dema ku çû Dersimê got, ‘Divê xwedî li vê çandê, li vê rastiya civakî bê derketin’ û bi vî rengî girîngiya mezinkirina têkoşîna li Dersimê destnîşan kir. Êdî li Dersimê ruhê azadiyê yê xwe dispêre dîroka bi hezaran salî rabûye ser piyan. Ruhê jin a azad a Dersimê ku bi Besê, Zarîfe û Sakîneyan şênber bû, rabûye ser piyan. Dersim ku heta qirkirina 1937’an nekarî bê fetihkirin, îro jî bûye xwedî ruhê demokratîk şoreşger ku nikare bê fetihkirin. Di salvegera 84’an a Qirkirina Dersimê de em soz didin ku bi vî ruhî têkoşînê mezin bikin, Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin û bibin hêjayî Seyîd Riza û şehîdan hemûyan.”