BEHDÎNAN – Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bûyerên siyasî yên rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî jinê ji ANF’ê re nirxand.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku PKK ji ber pêdiviya hebûn û azadiyê ya gelê Kurd ava bûye û got “Salvegera 44’emîn a PKK’ê di serî de li jinên azad, li gelê Kurd ê welatparêz, li dostên ku lêgerîna demokrasî û şoreşê diparêzin re pîroz dikim. Ji roja ku ava bûye û heta niha PKK’ê her sal bi sedan serfirazî pêk aniye. Wê salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ teşe bigire û wê azadî bi ser bikeve. Di vê çarçoveyê de PKK ne bi tenê hêviya civaka Kurdan e, di heman demê de bûye çavkaniya hêviya mirovahiyê. Rêber Apo wekî warekî lêgerîna azadiya jinan û wekî amûreke xurtbûna bindest, hejar û kesên hatine înkarkirin ava kir. Ez hesret û hurmeta xwe pêşkêşî Rêber Apo dikim ku ev tişt ava kir.
Wekî ku tê zanîn partiya me PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de bi awayekî fermî li hemberî şehadeta heval Hakî Karer wekî bersivekê hate avakirin. PKK niha tevî bi hezaran şehîdan bûye tevgereke gel. Wê sala 44’emîn jî li ser çarçoveya temsîlkirina xeta şehîdan geş bibe. Divê tu kes ji vî tiştî nekeve şikê. Em dizanin ku hemû kesan cesareta ku karibûye bibêje ez Kurd im û îradeya wê ji şehîdên PKK’ê stendine. Divê gelê me di serî de hemû kes vî tiştî bizanibe û wisa nêz bibe. Di sala 44’emîn de fêmkirina rast a xeta şehîdan û serfiraziyê, bi bersiva ji bo şehîdan derbas dibe. Parastina Kurd û Kurdistanê di her astê de û serkeftin wê li ser vî esasî pêk were.
Li ser vî esasî di şexsê heval Cûmalî Çorûm û hevalên bi wî re yên li Werxelê şehîd bûbûn, li ber bîranîna şehîdên sala 43’emîn bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Heval Cûmalî Çorûm wekî hevalekî ji Tirkiyeyê bûye hevalekî ku PKK’ê li ser xeta fedaî temsîl dike. Min ew nas dikir. Em ne di nav heman xebatan de bûne jî meşa li ser heman rêyan û naskirin jî pêk tê. Ew bûye hevalekî ku li ser şopa Hakî û Kemalan meşiyaye û di pratîka xwe ya partiyê de li ser şopa wan bû. Çawa ku Rêbertî ji bo Hakî û Kemal digot mînaka hevrêtiyê ne, heval Cûmalî bi rastî jî bûbû hevrêyekî Rêbertî. Ez dikarim bibêjim ku gelek taybetiyên Kemal Pîr di kesayetiya heval Cûmalî Çorûm de jî hebû. Dema ku min şehadeta wî bihîst min got “Heke metodeke komployî tunebe, heval Cûmalî şehîd nedibû.” Heke ne bi çekên kîmyewî bûya, dijmin nikaribû heval Cûmalî bigire.
Heval Cûmalî gelekî mêrxas bû û nîşan da ku ew PKK’yî û Apoyîyekî mezin e. Bi baweriya ku şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê wê bi azadiya Kurdistanê pêk were, şer kir. Em doza xwe dubare dikin ku li ser bingeha girêdayîna hemû şehîdên PKK’ê ku hêz, îrade, bawerî û biryardarî daye me, em ê bi ser bikevin. Bi vê wesîleyê sala 44’emîn a PKK’ê careke din diyar dikim ku li ser serfiraziya xeta neteweya demokratîk a Kurdistan û Tirkiyeyê, em ê bikin cejna gelên me.
Di salvegera 44’emîn a PKK’ê de rastiya şehîdan a ku heqîqeta Rêber Apo û PKK’ê ye, israra di jiyana azad de ye, xeta jinên azad û rastiya gel, rojên wisa rojên xurtbûnê, rojên xwerexnedayîn û hesapstendinê ye. Li ser vê axê 44 salan meşandina têkoşîna azadî û serxwebûnê, tecrube, danhevî û bîrbûneke gelekî mezin derxistiye holê. Bala xwe bidinê hêzen sermayedar, ‘efendî’ û kralên xweda yên modern çiqasî tên ba hev êrişan dikin jî nikarin PKK’ê li ser vê axê bêbandor bikin. Di 44 salan de em dizanin bi hêza artêş û polîsan xwestine geşbûna PKK’ê asteng bikin. Ji bo vê jî zilmeke wisa hatiye kirin ku di dîrokê de tu mînaka wê tune. Polîtîkaya înkar û îmhayê bûye polîtîkaya esasî ya ku TC li hemberî gelan pêk tîne. Polîtîkaya qirkirina Ermenan a di salên pêşîn a Komarê de, niha jî di serdema desthilatdariya AKP û MHP’ê de wekî pêvajoya komara duyemîn, tê xwestin bi qirkirina Kurdan bidome. Li ser gelê Kurd jî ji ber zêdebûna nifûsê polîtîkaya qirkirinê ya bi navê qirkirina spî hatiye kirin. Îdealên Tûranîst, nijadperestên Tirk ev e ku di sala 100’emîn a Komara Tirk de vê polîtîkaya qirkirinê temam bûbe. Li hemberî van tiştan rastiya PKK’ê heye ku vî tiştî pûç dike û berevajî wê bi avabûneke paradîgmayê ji bo gelan bûye bijartekek.TC ji roja ku ava bûye, li hemberî gelên herêmê bûye beşeke sermayeyê û PKK jî bûye navê xeta geşkirin û parastina gelên bindest, çînên bindest û jin karibin nasnameyekê ji xwe re bi dest bixin.
Niha ev her du xet li hemberî hev têdikoşin. Tu meşrûbûna xeta qirker û mêtinger tune. Tu hinceteke qirkirinê tuneye ku êrişan bike. Ji ber vê jî TC ji avabûna xwe û vir ve wekî rejîmeke şerê taybet hatiye avakirin. Di vê qonaxê de desthilatdariya AKP û MHP’ê TC’ê temsîl dikin û vî şerê taybet kûrtir dikin, gelên Kurdistanê di serî de li ser jinan û ciwanan, li ser civakê dide rejîmek. Bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê vê rejîma şerê taybet hatiye asta ku êdî pêk neyê. Li Rojhilata Navîn dewleteke li ser bingeha klasîk nema. Rêgezên hiqûqî yên ku xerca netewe-dewletên klasîk in, ji holê rabûn. Organîzasyoneke wisa ma ku, êdî her tiştî dixe nav sûc. Bi nêzikbûneke şîzofrenîk dixwazin li ser pêyan bimînin. Nedîtina rastiyê û tişta ku tuneye, wekî ku hebe bide nîşandan. Dema ku tişta ew dixwazin ji rastiyê dernakeve , êdî dest bi dînbûnê dikin. Bi kuştin û wêrankirinê gefan dixwin. Pêkhateya siyasî ya li ser fikra ‘Heke tu serê xwe rake, em ê li te bidin’ hemû meşrûbûna xwe ji dest daye û bi metodên zordestiyê bûye hêzeke li ser desthilatdariyê. Polîtîkaya ku ev xeta siyasî wê beralî dike jî kesên terbiyeyeke exlaqî stendine û siyasetmedarên li ser meyla polîtîkaya klasîk mat dihêle. Meyla siyaseta şîzofrenîk di serî de ji bo gelên Kurdistanê ji bo Tirkiye û gelên herêmî jî dibe xetereyeke mezin.
Rastiya TC’yê ya di desthilatdariya AKP û MHP’ê, ne meşrû ye. Bi metodên darbekar û komployê dixwazin di siyaseta Tirkiyeyê de bimînin. Tirkiye di warên siyasî, ekonomî û jiyana civakê de di nav krîzê de ye, lê ji bo gava ku wê pêşiya çareseriyê veke, nêzî rojeva hilbijartinê nabin. Tekane sedema vî tiştî rastiya şerê taybet e. Ji derve bi alîkariya hêzên navneteweyî û ji hundir ve jî bi aliyên hevkar re xwe xurt dikin. Vê rastiya şerê taybet li hemberî demokratîkbûna Tirkiye, bihevrejiyana gelan û li hemberî azadiya jinan e. Ji ber van sedeman derewan dikin, rastiyan manîpule dikin. Bi kurtasî dema qala şerê taybet tê kirin, ji zêdebûna tiryakê, zêdebûna fihûşê û qaçaxvaniya mirovan wêdetir rastiyek derdikeve holê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi derfetên ku bi dest xistiye, bi teknolojiya medya û ragihandinê, bi hêza pere û fermandariyê, bi fen û fûtên polîs û hêzên emniyetê, bi lîstik û komployên MÎT’ê, dixwazin îradeya Kurdistan û civaka Tirkiyeyê hilweşînin. Diyar e ku pêkanînên desthilatdariyeke wisa wê li ser welat bêtir bibe şer, lihevxistin, qetlîam, cînayet û acizî. Roj bi roj vê tespîta me rast derdikeve.
Çiqasî li ser wê were sekinandin ev şer çawa ketiye rojeva Tirkiyeyê û armanca wê çi ye, ewqasî baş e. Lê ji bilî PKK’ê tu kes li ser van pirsgirêkan nasekine. Wekî ku tiştên ten jiyîn tiştên normal in, li ser wê tê sekinandin. Lê rastiya şerê taybet wekî metoda desthilatdarbûnê û bi rêya vê desthilatdariyê armancên xwe yên îdeolojîk pêk bîne. Ji ber vê Rêber Apo di sala 2015’an de gotibû ‘Mekanîka darbeyê di dewrê de ye’ û bal kişandibû ser tiştên wê pêk were. Ji ber ku li Tirkiyeyê rewşenbîr nemane, ev pirsgirêk nayên nîqaşkirin. Bi rêya medyayê re AKP û MHP hinek lêkolîner, nivîskar û siyasetmedaran derdixînin pêş û ev kes ne wekî ronakbîr lê wekî notirvanên faşîzmê dixebitin.
Du sedemên bingehîn ên girankirina pergala tecrîda li ser Rêber Apo heye. Yek jê ji ber polîtîkaya îttîhadkar e. Rêber Apo ê ku dengê herî geş û temsîlkarê daxwaza azadî û hebûna gelê Kurd e, bi rêya pergala êşkence û tecrîdê tê xwestin bandora wî were şikandin. Dixwazin gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin bi seroktiyên sixte yên wekî PDK’ê bixapînin. Ev jî kirineke rejîma şerê taybet e. Ya duyemîn jî îdeolojîk e. Her kes dizane ku dema Rêber Apo diaxivî, jin çawa bi pêş ve diçûn. Faşîzma AKP û MHP’ê dijminê azadî û wekheviya jinan e. Rêber Apo azadiya civakê bi azadiya jinan girêdaye û serweriya faşîzmê ya li ser civakê jî bi koletiya jinan girêdaye. Bala xwe bidinê dema ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê hatiye girankirin û têkiliya Rêber Apo bi civakê hatiye qetandin, di vî 7 salî de tiştek nema ku nehate serê jinan.Wezareta Karê Navxweyî di vî warî de biryarên taybet stend û xist meriyetê. Bi kurtasî êrişî îradeya Rêber Apo û xeta jinên azad tê kirin, dixwazin ev îrade were şikandin. Heta ku jin azad bin wê Rêber Apo û heta ku Rêber Apo xwedî bandor be wê azadiya jinan bi pêş ve biçe.
Heke pirsek were kirin li Tirkiyeyê rewşenbîrê herî mezin kî ye, wê were dîtin bersiva vî tiştî Rêber Apo ye. Rêber Apo rêberê civaka demokratîk e. Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê y a ku cihêtiya di navbera gelan û baweriyan, bi nêzikatiyên nijadperest dike koletî, Rêber Apo dibe rêbertiya jiyîna cihêtiya herî biçûk û mayîndebûna wê ya li ser bingehê azad û wekheviyê de.
Ciwanekî welatparêz li hemberî binpêkirina welatê xwe, nabe ku ew qasî li cihê xwe bisekine. Rastiya ji bo vî tiştî têkoşîn e. Ya girîng ev e ku di destê wî/wê de çi heye, çawa li ber xwe dide, têdikoşe û divê qet li cihê xwe nesekine. Ciwanên Kurd bi taybetî jî jinên ciwan divê vî tiştî bikin. Nabe ku bibêje faşîzm heye, êriş zêde ne û em niha piçekî bisekinin û piştre bikin. Derfeta herî mezin bîrbûna berxwedanê û baweriya serkeftinê ye. Çawa ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi derfetên herî mezin berxwedaneke herî heybet pêk tê, li metrepolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê jî divê helwesteke têkoşînê ya berxwedanê jî derbas dike, were avakirin. Divê her kes bizanibe ku wê bi awayekî din jiyan bi ser nekeve. Faşîzma AKP û MHP’ê bi tenê mirinê dide Kurdan. Divê ciwanên Kurd bibêje ‘Yan jiyana azad yan jî ne tiştekî din’ û bizanibe ku bi jiyana azad re wê jiyana bedew, watedar û hezkirin pêk were.”
QIRKIRINA LI SER JINAN
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku avadaniya îdeolojîk a ku faşîzma AKP û MHP’ê xwe dispêre wê, wekheviya jin û mêran red dike û got, “Di pergalên faşîst e, bi taybetî di avadaniyên desthilatariya li ser referansa nijadperestî û olperestiyê, cihê jinan qet tune. Li gorî wan jin divê li gorî mêran be, heke karibe ji pêdiviyan re bibin bersiv wê demê dikarin hebin. Di faşîzma Erdogan û Bahçelî de hemû jinên ku wekî model pêşkêşî civakê hatine kirin, wisa ne. Ya duyemîn jî wekî makîneya çêkirina zarokan tê dîtin. Faşîzma Erdogan û Bahçelî li hemberî jin-dayiktiyê dikin. Ji ber ku îradeya wê tune dihesibîne, bikaranîna bedena wê ferz dike. Ya sêyemîn jî jinan dikin amûreke seksê, hemû enerjiya mêran ji ser hebûna jinan dixin bin kontrolê. Jin li gorî hiqûqa koletiyê ya pergala malbata klasîk ku AKP û MHP wê temsîl dike, tên bicihkirin. Ji ber vê jî şîddeta di nav malbatê de, qetlîamên li ser jinan û tecawiza navmalê normal tê dîtin, jin wekî milkê mêran tên qebûlkirin û her cure operasyona li ser wê dibe qanûnî, ev jî hovîtî ye. Tunekirin û şikandina nasnameya jinan û îradeya wê, ji bo jinan biçûkxistina herî mezin e.
Ji bo Kurdistanê aliyên mezintir ên vê meseleyê hene. Qanûn û hiqûq li ser Kurdistanê bûne polîtîkayên qirker û mêtinger. Şerê mêtinger ji ser jinan, dixwaze civakê qir bike. Leşkerên pispor, teşkîlata polîsan, veberhênanên li ser navê ekonomiyê tên rastiya jinan a ku di navendbûna neteweya Kurdbûnê de ye berevajî dike. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. Divê hemû jinên Kurd bizanibin, li cihekî ku mêtingerî heye, wê hezkirin û evîn tunebe, ji bo tiştan jî azadî hewce ye. Rast e jinên Kurd di serî de Kurdistan li ber xwe dide, kes nikare tiştekî ji vê re bibêje. Lê ev nayê wateya ku êrişên li ser Kurdistanê ji holê radibe. Divê jinên Kurd bizanibe ku di nav şerekî de ye û divê hemû hestên xwe li gorî şer ava bike. Em li welatekî normal in. Barekî herî giran ê dîrokê li ser milê jinan e. Ez qala peywira avakirina neteweya demokratîk dikim. Ji ber ku cewhera netewebûna Kurdan jin e.
Li hemberî polîtîkayên qirkirina li ser jinan divê em karibin ji du aliyan polîtikayan ava bikin. Yek jê li hemberî polîtîkaya faşîzma AKP û MHP’ê ya ku dixwaze tevgerên jinan parçe bike û tenê bihêle, jin bibin yek. Rêxistinên jinên Tirkiyeyê di serî de divê tevlî tevgerên jinan were kirin. Li ku derê dibe bila bibe divê li hemberî polîtîkayên mêrserwer, êrişên zayendparêz, tacîz û tecawizê nerazîbûn were nîşandan. Divê ev tişt wekî mafekî meşrû û wekî mafekî jiyanî were dîtin. Ya duyemîn jî divê em hay ji vî tiştî hebin ku hemû kirinên desthilatdariyê li hemberî nirxên jinan e. Jin ne bi tenê ji şîddeta di nav malê de, ji siyaseta giştî ya welat jî berpirsyar in. Ji ber ku ev siyaset nahêle jin tiştekî bikin. Divê em jî kolektîfên jinan ava bikin, li hemberî kirinên desthilatdariya faşîst li her derê têkoşînê geş bikin. Lê ev jî têr nake. Şîfreya vê serdemê çalakî ye. Jinên Kurd divê her dem plansaziyan bikin û jinên ciwan di serî de divê xebatên wisa werin kirin ku wê hemû jinên li Kurdistanê têkevin nav hewldanan.”
BERXWEDANA GERÎLAYÊN JIN
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku helwesta herî watedar a jinan di nav refên gerîla de derdikeve holê û got “Gerîlayên YJA Starê sembola welatparêziyê, îradeya cewherî, fikra azad û jiyana rêxistinkirî ya komunal e. Ji bo vê li hemberî mêtingeriya qirker, pêşengtiyê ji şerê berxwedana herî heybet a dîrokê re dikin. Îddîaya ku sedsala 21’emîn dike sedsala jinan û wê şoreşa jinan pêk bîne, di şexsê gerîlayên YJA Starê de dikeve pratîkê. Di şexsê gerîlayên YJA Starê de pîvanên azadiyê, îradeya wê, hêviya wê bi awayê herî şênber derdikeve holê. Hin dîmenên vî şerî dema tên belavkirin ma kî dikare li xwe mikur neyê ku gerîlayên jin û mêr çiqasî bedew in. Pîvanên azadiyê yên azadiyê û dora şerê azadiyê, hatiye asteke bilind.
Gerîlayên YJA Starê awayê herî sade yê têkoşîna azadiya jinan derxistine holê. Em nikarin bibêjin ku îro rastiya şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gelê Kurd û jinan ve rast tê fêmkirin. Hêzên dagirker, avadaniya mêtinger, AKP û MHP û pê re jî NATO vî şerî ji aliyê xwe ve bi awayekî cihêtir wateya wê diyar dikin. Êrişeke stratejîk didin meşandin. Heta ku ev tişt neyê fêmkirin, berxwedana Şerê Azadiyê ya Hêzên Parastina Gel ên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê jî nayê fêmkirin. Divê her kes derbarê berxwedana gerîlayan û êrişên dagirker ên li Herêmên Parastina Medyayê careke din bifikirin û derbarê tiştên ku dikevin ser milê wê careke din biryarekê bidin.
Êrişên dagirker ên ku faşîzma AKP û MHP’ê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê di 23’ê Nîsanê de dabûn destpêkirin, di esasê xwe de ji bo tasfiyekirina gerîla û PKK’ê ye. Ev aliyekî heqîqetê ye. Ya esasî jî ev e ku tê xwestin îradeya neteweya demokratîk a gelê Kurd û biryardariya wê ji holê were rakirin. Dixwazin qadên gerîlayan bi dest bixin û darbeyeke stratejîk li hebûna gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bixînin. Ji ber vê jî divê şerê li Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Zap û Xakurkê wekî şerekî normal neyê dîtin. Divê her kes bibîne ku dijmin bi awayekî cihêtir nêzî vî şerî dibe. Ev ne operasyoneke demdemî ye, dixwaze xwe mayînde bike û qadê desteser bike. Divê her welatparêzê Kurd di dilê xwe de hîs bike ku bi vî şerî re ne gerîlayan lê dora Kurdan digirin û dixwazin wê ji parçeyên din ên Kurdistanê veqetîne. Li her dera ku dest datîne ser kontrola wê, bi metoda şerê taybet tiryakê, qaçaxvaniya mirovan û çeteyên fihûşê rêxistin dike. Ne bi tenê dora Bakur digire, dora Başûrê Kurdistanê jî digire û wan dixe bin kontrola xwe. Divê gelê me rastiya Efrînê bibîne û bi vî awayî êrişên dagirker ên dewleta Tirk binirxîne. Efrîn bûye cihekî wisa ku di bin dagirkeriyê de tê Tirkkirin, her roj jin tên revandin û tecawizî wan tê kirin, hemû dewlemeniya wê tê desteserkirin û li hemberî gelê Kurd tê bikaranîn. Bi kurtasî êrişa li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye xençereke ku li ser bedena Kurdistanê were çikandin. Ji ber ku plan evqasî berfireh e, têkoşîna azadiyê jî bi heman kûrahî û berfirehiyê pêk tê. Bala xwe bidinê ji 6 mehan zêdetir e, di êrişên dagirker de hêzên qirker û mêtinger her cure teknîkê bi kar tînin lê bi ser neketine. Yek ji sedema şênber a têkçûna wan jî bikaranîna çekên kîmyewî ne. Ez ê nikaribim qala hiqûqa şer, rêgez û exlaq bikim. Ji ber ku dema mesele gelê Kurd be, ev tişt yek jî jê nayên rojevê. Di sala 1938’an de li Dêrsimê jî pîvaneke wisa tunebû. Di salên 1990’î de jî ev pîvan tunebû. Dema ku li ser cenazeyên gerîlayan wêne digirtin û bi bedena gerîlayên jin digirtin jî ev pîvan tunebû. Em dizanin di qetlîama Ermenan de jî heman tişt kirine û feyz dane Hîtler. Lê ew ê qedera vî şerî welatparêzî û evîna azadiyê ya jinan diyar bike. Em îddîa û soza vî tiştî didin.
Li ser vî esasî ez li her derê bang li xwedîlêderketina xeta jinên azad a ku gerîlayên YJA Starê derxistiye pêş dikim. Divê bajarên Bakurê Kurdistanê di serî de, jin li her derê pêşengtiyê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî bikin. Şerê gel bi tenê bi çekan nabe. Çeka herî mezin ev e ku hêza rêxistinkirî ya jinan dikeve çalakiyê. Wê demê ew ê hemû kes careke din bibînin ku wê hêza jinên Kurd çawa be.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku divê têkçûna desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê baş were fêmkirin û gotin “Divê em baş bizanibin ev tişt bixweber pêk nehatiye. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ev têkçûn ava kir. Bala xwe bidinê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ji bo ku Tevgera me ya azadiyê pêngavan neke, xebateke mezin dimeşîne. Lê çi bikin jî wê nikaribin pêngavên azadiyê asteng bikin û bi awayên cihê dixwazin bandora pêngavan bi sînor bikin. Hêzên komploger ên navneteweyî 23 sal in piştgiriyê dide lê dîsa jî li hemberî Tevgera Azadiyê bêçare ne.
Ligel ku her cure êriş hate kirin jî gelê Kurd bêyî Rêbertî, Partî û pêşengtî nemaye. Ev tişt diyar dike ku em bêyî armanc, bêyî hedef û bêyî rêxistin nemane. Ligel ku êriş hatine kirin jî gelê Kurd dev ji têkoşîna hebûn û azadiyê bernedaye, di her firsendê de ev tişt aniye ziman.
Tevgera Jinên Kurd di van hemû pêvajoyan de rola xwe pêk aniye, pêşengtiya hemû çalakiyên civakî kirine. Çalakiyên Tevgera Jinên Azad gelekî xurt bûne û piralî bûne. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê çalakiyên jinan bênavber domiyaye. Em qîmeteke mezin didin van çalakiyan. Tişta girîng ne mezinbûna çalakiyan lê domandina wan e. Di vê serdemê de dema ku faşîzm hemû mekanîzmayên zextan dixin dewrê û qîrîna jiyanê ya li hemberî bêdengiya mirinê xwedî wateyeke mezin e. Têr nake lê watedar e. Ji niha şûnde jî armanca me ev e ku çalakiyên me bibin civakî û were asta ku zora faşîzmê bibe. Em dizanin ev tişt dikare pêk were.
Di vê çarçoveyê de salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê careke din li gelê me, li ciwan û dostan re pîroz dikim. Soza xwe ya serfiraziyê dubare dikim. Li ser vî esasî bang li hemû kesan dikim ku peywirên xwe yên sala 44’emîn a partiyê bi cih bînin. Ji bo kesên dibêjin peywira îsal çi ye jî ez dibêjim li ser bingeha azadiya Rêber Apo em li Kurdistanê ‘Dem dema azadiyê ye’ geş bikin.”