NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir li 2 bajarên Tirkiyê wesayitên faşîstên AKP-MHP’yî ji şewitandin. Însiyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniyê de ragihand ku “Em gelekî ku ji bo şeref û rûmeta xwe tekoşîn dikin û dixwazin di welatekî azad de bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe jiyan bikinin.”
Tevahîya daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Tirkên dagirker ku li Kurdistanê her roj dikin qatlîama Kurd li Dêrsim wahşetekê çawa û qatlîamek çawa kirine me ji bîr nekiriye. Ji bo ku Seyîd Riza bidin jibîr kirin cenazê wî nehat danîn û hîn jî naye zanîn ku li kudere ye. Dêrsim li hember celladên wek we serî netewand ji bo we jî Pîrê me Seyîd Riza gotiye “Li ser eniya me lekeyek reş nîne! Sera xwe rake cîgera min..’’. Em gelekî ku ji bo şeref û rûmeta xwe tekoşîn dikin û dixwazin di welatekî azad de bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe jiyan bikinin. Ji bo vê tekoşîn kirin rûmetê. Reyber li Seyîd Riza û berxwedanvanên Dêrsimê îxanet kir û serê Zarîfe û Alîşêr yê jêkirî teslîmî kujerên TC kir û xwe pêşkêş kir. Dîsa jî dagirkerên tirk Reyber û zarokên wî jî kuştin. Yên ku li gelê xwe îxanet dike û di nav hevkariyê de ne bila baş bizanibin ku dawîya wan jî wê wisa be, divê dev jê berdin. Em bang li zarokên leheng ên gelê Kurd dikin ku weke pêwîstiya bîranîn û wesîyeta bi hezaran Kurdên ku me li Dêrsîmê de winda kirine, tola xwe hilînin, agirê berxwedan û serhildanê gurtir bikin û serkeftina azadî û Kurdayetiyê mîsoger bikin.”
Berferehîya Şewatan;
14.11.2021 Li Stenbol navçeya Kuçukçekmece erebeyek aîdî şaxsekî Akp’li.
14.11.2021 Li İzmir navçeya Konak erebeyek li otopark ku aîdî şaxsekî Mhp’lî hat şewitandin.