MÊRDÎN – Îrem Zeynep Aygun a ku li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Pîriktiyê de xwendekara sala yekemîn bû, li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê a girêdayî Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ev bûyer vê sibehê pêk hatiye. Hate îddîakirin ku Aygun ji paceya odeya xwe ya li katê 8’an xwe kuştiye.
Piştî ku Aygun rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên Wargehê hê daxuyaniyek nedane û xwendekaran nerazîbûn nîşan dan ku piştî bûyerê bi qasî 30 deqîqeyan tu kesî mudaxeleyî rewşa Aygun nekirine.
Li gorî xwendekarên wargehê bi derengî bangî ambûlansê hatiye kirin û mudaxeleya pêşîn piştî 30-35 deqîqeyan hatiye kirin.
Derbarê mirina bi guman tu agahiyên din nehatin bidestxistin.