TEBQA – Nûnerên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî vekirina pêşangehê bûn. Pêşangeh li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate vekirin.
Di pêşangehê de piraniya pirtûkên rêberê Gelan Abdullah Ocalan tên pêşandan
Di vekirina pêşangehê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Beyda El-Xidir piştgiriya berbelavkirina felsefeya rêberê Gelan Abdullah Ocalan û hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê û şopandia rêya şehîdên azadiyê ragihand. Paşê sînevîzyonek li ser wêneyên rêber Ocalan hate pêşandan.
Tê payîn ku pêşangeh heta roja çarşemê berdewam bike.