NAVENDA NÛÇEYAN –
Hakki Boltan Nivisî
Dema çek û Erdogan tên ba hev teqez SÎHA tên hişê mirov. Lê dema em qala Belarûs û çeka Erdogan dikin armanc ne bibîranîna SÎHA’yan e. Jixwe em qala wan jî nakin. Çeka ku mijara me li ser wê radiweste du aliyên xwe yên stratejîk hene. Ji van her du aliyan jî ji nijadperestiya serokomarê tirk Erdogan û hevalbendê wê Devlet Bahçelî diherike. Hêlek bi ser Yekitiya Ewropayê ve û hêlek jî bi ser Kurdistana birîndar ve. Wek şûrê du dev Erdogan geh bi ser YE’ê ve dihejîne û geh jî bi ser Kurdistan û kurdistaniyan ve.
Li bakurê Ewropayê Serokomarê Belerusyayê Lukaşenko mil daye Enqereyê û ji bo siyaseta nijadperest ketiya nav kar û bareke bê yom. Bênavber bi ‘şûrê nijadperest ê Erdogan’ gef li Ewropayê dixwe. Tişta xerîb ev e ku ‘çek’ ango ‘şûr’ ê destê Lukaşenko kurdên reben ên ku ji cih û warên xwe hatine kirin, bi xwe ne. Lukaşenko dixwaze bi van kurdên koçber polîtîkayên xwe bi Ewropayê bide qebûlkirin.
Ez bawer im ev şano ji bo we ne xerîb e. Çendek berê Erdogan û hemû hestîkojên wî bi yek dengek nedigot ‘Ey! Ewropa. Hişê xwe bîne serê xwe. An jî, em ê deriyan bidim ser pişt û bi milyonan penaber biherike Ewropayê.’ Heta cihek ev gef bi ser ket. Îro ev listik careke din hat û li ber deriyê Ewropayê derket ser dika şanoyê. Belê rast e. Bi gotina Erdogan divê Ewropa hişê xwe baş bide hev û divê ji vê şanoyê ji bo xwe derseke mezin derxe. Ew ders jî ev e ku çiqas tavîzan bide nijadperestên wek Erdogan dê ewqas zêdetir bi vê tirsê re rûbirû be.
Ev çeka ‘şûrê du dev’ a di destê Erdogan de SÎHA û ÎHA jî di nav de ji her cure çekên ‘mîlli yên tirk’ bêtir derfeta qirkirin û tunekirina kurdan xist destê Erdogan û hevalbendê wî Baxçelî.
Li aliyê Kurdistanê jî bi destê malbata Barzaniyan siyaseta nijadperest a tirk li Herêma Federel a Kurdistanê zextên koçkirinê birêxistinkirin. Hedef valakirina herêmê ye. Hedef tunekirina kurdên muxalîf ên serhildêr in. Taybet jî herêma Behdînanê. Behdînan baş tê zanîn. Bi dîroka xwe herêmeke serhildêr e. Bi taybet jî tevna zext li ser behdîniyan hatiye ristin. Ev her diçe hed û hesab nas nake. Ev zextên bi destê milîtarîstên tirk û nokerên wî yên li herêmê tên birêvebirin, gelê behdînî ji can û malê wan kir. Îro li sînorê Polanya û Belerûsê bi deh hezaran koçber, taybet jî koçberên kurd li hember mirinê li ber xwe didin. Lê qutbûna ji axê û cih û war bi xwe mirina mezin e. Qirkirinên Sedam ‘Enfal û Helepçe’ li ber vê wek ‘rehmet’ dimîne. Êşa mezin ev e ku ev ne bi destê Sedem bi destê hevkarên dagirkerên Kurdistanê, malbata qaşo “kurd” Barzanê pêk hat.
Di destpêkê de malbata Barzanî destûr da dagirkerî li herêmê li dijî gerîlayên PKK’ê qereqol û baregeh lêke. Piştî lêkirina van baregehan gef li gel bi taybet jî li behdîniyan hat xwarin. Cih û warên wan hatin bombekirin. Kesên dest bi serhildanê kir jî ji aliyê malbata Barzanî ve hatin binçavkirin û girtin. Destûr nehat dayîn gel xwe li dij dagirkeriyê birêxistin bike. Di encamê de ew neçarê koçê kirin. Balkêş e ku şêlandineke mezin ji bo koçê pêk hat. Ji hêlek ve bi van zextan malbatên ji başûrê Kurdistanê ji cih û warên xwe hatin kirin, ji hêlek ve jî li ser rêya koçê hatin şêlandin. Çi di dest û leqê wan de mabû li ser hesabê heqrêya koçê ji wan hat stendin. Şîrketên hewayî yên tirk serê vê şêlandinê kişandin. Hevkarên noker jî simsariya wan kir. Li cihê niha lê dimînin û ji ba jiyana xwe ji dest nedin li ber xwe didin rewşa dawî dê çawa be ne diyar e. Jixwe her roj hinek ji penaberên kurd ên di karesata navbera Polonya û Belarusê de ne canê xwe ji dest didin.
Lê tişta diyar heye. Çawa ku Ewropa bi tavîzan nikare rê li ber zextên nijatperest ên tirk bigire. Her ku tavîz da bi destê nijadperestan zextê li ser xwe mezintir kir. Ev ji bo kurdan jî wisan e. Her ku kurd ji ber zextên nijadperest û nokerên wî bêzar bibin û welatê xwe bihêlin dê bi vê bê çaretiya xwe rê li ber Enfal û Helepçeyên din ên nijadperestan vekin.
WELAT