STENBOL – Di şexsê Rêberê Gelan de li ser gelê Kurd û hemû gelan Ji aliyê dewleta faşîst de tecrîda girankirî tê berdewam kirin. Armanca tecrîda girankirî ewe ku fikir û îradeya azad ya Rêber Apo negihêje gelan.
Dîsa faşîzma AKP – MHP’ê ji ber tekoşîna gerîla û gel ve ji Rojava heya Bakûr û hemû çiyayên Kurdistanê de ber bi têkçûneke mezin ve diçe. Ji ber şikandina faşîzma Tirk ya li hember gerîla dewleta faşîst berê êrîşên xwe dide zindanan. Ji ber vê yekê van demên dawî de li zindanan taybet li ser girtiyên azadiyê agahiyên îşkenceyan yên li dij mirovahiyê tên ragihandin.
Li hember vê hovîtiya dewleta faşîst ciwanên Kurd bi ruhê Apoyî her derê dikin qadên çalakiyê û tolhildanê.
Herî dawî ji aliyê Yekeya Tolhildanê Ya Şehîd Sofî Xerzan ên girêdayî DGH’ê li Stenbolê çalakiyên bibandor hatin pêkanîn. Di encama çalakiyên ku li dijî tecrîda girankirî û îşkenceyên li zindanan de 2 erebe û tekstîleke faşîstan ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin.
DGH’ê diyar kir ku heya îşkence û tecrîd bidome dê çalakiyên wan jî bidomin.