EYN ÎSA – Yek ji fermandarên QSD`ê Erdal Kobanê bal kişand ser hewldanên êrişan û got, armanca dewleta Tirk a dagirker û qirker ew e ku şervanên wan pirovoka bikin da ku rewatiya êrişê bi dest bixe.
Erdal Kobanê li ser liv û tevgera artêşa dagirker û çeteyên wê yên di eniyên şer de wiha axivî:” Di van çend rojên dawiyê de liv û tevgera artêşa dewleta dagirker û çeteyên wê zêde bûne. Bi taybet beriya 2 rojan bi dehan seyareyên zirxî, leşker û çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin gundên li ser eniyên şer û liv û tevgereke wan çêbû. Di encama şopandina van tevgeran de hat fêhmkirin ku armanca wan ji vê yekê ew e ku şervanên me yên di çeperên pêş de bi cîh bûne provoke bikin da ku rewatiyekê bi dest bixin û êrişa dagirkeriyê pêk bînin. Di siyasetê de jî û di rewşa giştî de jî tê şopandin ku amadekariyeke dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşeke berfireh ku li ser vê axê pêk bîne heye. Ji ber ku astengî li pêş wan hene, ji bo wê dixwazin destpêkê êriş ji aliyê şervanên me ve çêbibe, da ku ji xwe re bikin behane û êriş bikin.”
Erdal Kobanê bal kişand ser amadekariyên li dijî êrîşan û wiha got:” Di giştî de amadekariyên me jî hene, stratejiyên me yên nû hene û hemû fermandar û şervanên me di nava perwerdeyan de ne û moralên wan bilind in. Hemû şervanên me bi moralên mezin tevdigerin û amade ne ku li gund û bajaran û li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka parastinê pêk bînin.
`BI NÛÇEYÊN DEREW HEWL DIDIN GEL KOÇBER BIKIN`
Erdal Kobanê, di berdewama nirxandinên xwe de nûçe û şerê derûnî yê ku dezgehên çapemeniyê yên bi ser dewleta Tirk a dagirker dikin bi bîr xist û wiha domand:” Ev dezgehên çapemeniyê yên bi ser dewleta Tirk ve nûçeyên derew belav dikin û wekî ku dewleta Tirk amade ye û dê ji bejahî ve êrişê pêk bîne didin diyarkirin. Lê belê ev yek ji rastiyê dûr e û armanca wan ew e ku gel dest ji axa xwe berde û koçber bibe. Ev dezgehên çapemeniyê yên bi ser dewleta Tirk ve mijaran pir mezin dikin. Armaca wan ewe ku di nav civakê de tevlîheviyê derbixin û bandorê li ser şervanên me jî çêbikin. Lê belê civaka me û şervanên me ne wekî berê ne û tu carî guh nadin van derewan. Berovajî wê hêz û rêxistina xwe xurtir dikin da ku planên dijmin vala derbixin.”
`PIŞTGIRÎDAYÎNA GEL COŞ Û MORALA ŞERVANAN MEZINTIR DIKE`
Erdal Kobanê derbarê hewldanên êrişên dewleta Tirk û amadekariyên berxwedana şervanan de wiha berdewam kir:” Em wek şervanên QSD’ê yên di eniyên pêş de, ger êrîşek çêbibe, em ê mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin û erka xwe bi cîh bînin. Eger ku êrîşeke dewleta Tirk li ser vê axê pêk bê, bila her kes zanibe ku em ê vê axê biparêzin. Hewldanên me û amadekariyên me hemû ji bo vê yekê ne. Her wiha em bi hêvî ne ku civaka me derew û propagandaya ku dewleta Tirk pêş dixe bawer neke. Ji bo vê em dixwazin gelê me ragihandin û çapemeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xizmeta gelê me û herêmên me dike esas bigirin û baweriya xwe bi hêza ku li ser vê xakê li ber xwe dide bawer bike û piştgiryê bide wê. Divê gelê me baş bizane ku piştgiriya wan ji bo şervanên di çeperan de, baweriya şervanan jî xurtir dike û ew piştgirî wê bihêle ku şervanên me bi coş û moreleke mezin berxwedaneke dîrokî pêk bînin. Wek şervanên QSD`ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi xwînê dîroka berxwedanê binivîsin.
ÇAVKANÎ – ANHA