NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rûsyayê li Zanîngeha Dewletê ya Pyatîgorskê, di çarçoveya bernameya dewletê ya
Federasyona Rûsyayê “Pêkanîna Siyaseta netewî ya Dewletê”, Otonomîya Federal a Netewî û
Çandî ya Kurdên Rûsyayê (FNKAKURD), semînerek bi sernavê: “Kevneşopiyên neteweyî yên
kurdî û rastîya îro” hat lidarxistin. Bêtirî 50 xwendekarên rûs beşdarî semînerê bûn. Çalakî ji
aliyê Ajansa Federal a Karûbarên Netewî ya Rûsyayê ve hat piştgirîkirin.
Vekirina bernameyê ji hêla serokê Zanîngehê profesor Aleksander Gorbûnov ve hat pêkanîn. Di
axaftina xwe de Gorbûnov bi xêrhatina xwe kir û bal kişand ser girîngîya lêkolîna çand,
jiyan û kevneşopiyên gelên ku li Rûsyayê jîyan dikin û herwiha danehevên xwe yên jîyanî yên bi
xwendekarên kurd re, parve kir. Di semînerê de şêwirmenda serokê zanîngehê ya karûbarên
perwerdehîyê Êlvîra Kondrakova, nûnerên kadroyên zanîngehê û xwendekar amade bûn.
Semîner ji hêla hevserokê Otonomîya Federal an Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona
Rûsyayê, endamê Şêwra Serokdewletê Federasyona Rûsyayê ya pêwendîyên navgelêrî Ferhat
Patîyev ve hat rêvebirin. Rêzdar Patîyev ji xwendekarên zanîngehê re behsa Kurdistan, dîrok û
zimanê Kurdî û kevneşopîyên gelê Kurd ê kevnar kir.
Mezûnê Enstîtuya Welatên Asya û Afrîkayê ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê Şoreş Abî di
semînerê de mijara dîlanên neteweyî pêşkêşî ciwanan kir. Guhdaran ne tenê karîbûn li ser dîlana
neteweyî ya kurdî, dîroka derketina wê û wateya semantîkî ya hêmanên ku wê ji nû ve
hilberandin, agahîyên girîng wergirin, di heman demê de wan dîmenên vîdyoyê bi performansa
wê jî temaşe kir.
Rêvebira Koma Nûjîn a govendê Amena Alîyeva raporek li ser hêman û cureyên cil û bergên
netewî yên mêr û jinan pêşkêş kir. Xwendekar fêr bûn ku divê jinên kurd di kîjan rewşan de kofî
dikin serê xwe, di kîjan rewşan de bi destmalê serê xwe girêdidin û kîngê porberdayî bigerin.
Her wiha xwendekarên zanîngehê fêr bûn ku rengê cil û bergên neteweyî yên mêran tên çi
wateyê û ji bo kîjan armancên pratîkî hêmanên cilên mêran tên bikaranîn. Dersa masterê li ser
hêmanên cil û bergên kurdî hat pêşandan û di encamê de beşdarên çalakiyê bi awayekî serkeftî
teknîka girêdana destmala neteweyî ya kurdî hilberandin.
Nûre Aşîrî mezûna beşa wêjeyê ya Zanîngeha dewletê ya Kûbanê, di axaftina xwe de behsa
mîrateya herî dewlemend a hunera devkî ya kurdî kir. Guhdar ketin cîhana dengbêj, çîrokbêj û
aşûqan û hîn bûn ku stranbêjên çîrokbêj stranên xwe bê bikaranîna amûrên mûzîkê dibêjin, lê
aşûqan – bi saz an jî amûrek din a bi têl pêşkêş dikin. Di folklora kurdî de cihekî taybet stranên
mêranî dilîzin, di wan de bûyerên rasteqîn û lehengîyên ku hatine jîyankirin tên vegotin.
Xwendekara Zanîngeha Dewletê ya Pyatîgorskê, Ferîde Alîyeva, li ser amûrên mûzîka kurdî: saz
(tembûr), dahol, zurne, çeng, bilûr û amûrên din ên lêdan, pifdan û bi têl axivî. Axaftvan
taybetmendîya deng û bikaranîna amûrên mûzîkê yên di dema niha de ji guhdaran re da zanîn.
Piştî semîneran xwendekar hatin ceribandin. Pirs derbarê çand û hunera kurdî de li wan hatin
kirin, ciwanên ku bersivên rast dan ji alîyê Otonomîya Federal a Kurdên Rûsyayê ve hatin
xelatkirin.
Di dawîya semînerê de, Êlvîra Kondrakova, şêwirmenda Serokê zanîngehê ya li ser xebatên
perwerdeyî, ji ber raporên balkêş ên li ser çand û jiyana kurdan spasîya xwe li organîzatorên
çalakiyê kir, li ser girîngî û pêwîstiya lidarxistina çalakiyên bi vî rengî, ku rê dide ku xwendekar
bi dewlemendîya çanda re têkevin têkiliyê û asoyên zanebûna xwe fireh bikin. Semîner ji alîyê
rêvebirê wê Ferhat Patîyev ve hat encamkirin, wî bi bîr xist ku armanca sereke ya çalakiyê
lihevanîna têkiliyên neteweyî ye; parastin û piştgirîkirina çanda gelan û cihêrangiya zimanî ya
Federasyona Rûsyayê, parastina nirxên netewî û peywireke exlaqî ya her endamekî civakê ye. Di
dawiya ahengê de her kesî xwarinên pêjgeha neteweyî ya kurdî tam kir.