QAMIŞLO – Bi felsefeya Rêber Apo re jinê Kurd û tevahî jinên bindest li hemberî dîroka koletiyê têkoşîna azadiyê didin meşandin. Jinên Kurd bi israra ku sedsala 21’yemîn bibe sedsala azadiya jinê û di şexsê jinê de bibe azadiya tevahî civakê têkoşîna xwe didin meşandin.
Ciwan û jinên ciwan di bilindkirina têkoşîna azadiyê û dawî anîna li zihniyeta paşverû de bi felsefeya Apoyî bi rola xwe ya pêşengtiyê derdikevin pêş. Ji ber vê yekî jî xwe bi her awayî û ji her alî de bi rêxistin û perwede dikin.
Îro jî li bajarê Qamişlo bi wesîleya hatina roja 25’ê Mijdarê Jinên Ciwan bi tevlîbûna 20 kesan re semînerek ku tê de dan diyar kirin, jinên ciwan wê ji têkoşîna azadiya jinê re pêşengtiyê bikin hate li dar xistin.
Di nava semînerê de nîqaşên derbarê jinên ciwan çawa karbin bendên koletiyê bişkînin û gava xwe ber bi azadiyê ve bavêjin hate kirin.
Di dawiya semînerê de jinên ciwan diyar kirin ku Têkoşînadayîn ji bo azadiya jinê rol û berpirsyariya her jinek ciwan e.