NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Hin malbat li Kurdistanê hene û bi PKK’ê re bûne yek. Zarokên wan bûne gerîla, hin şehîd bûne û hin jî hatine girtin.
Hin malbat li Kurdistanê hene û bi PKK’ê re bûne yek. Zarokên wan bûne gerîla, hin şehîd bûne û hin jî hatine girtin. Yek ji wan malbatan jî malbata Hupê ye. Ev malbat li gundê Hatxê yê Nisêbînê dima. Mezinê malbatê Hemedê Hupê bû. Ew di heman demê de muxtarê gund jî bû. Zarokên wî ji bo debara malbatê diçûn metrepolên Tirkan. Lê didîtin ku neheqiyek heye û çima ne ji bo xwe, ji bo xelkê dixebitin. Tam jî di wan salan de Partiya Karkerên Kurdistanê tevdigeriya. Li bajar û metrepolan karker bi rêxistin dikirin. Malbata Hupê jî ji koma Apociyan bi bandor bû.
Ciwanên mala Hupê di salên 1980’yî de beşdarî nava refên PKK’ê bûn. Zarokên apê hev Kemal, Nûrîşan û Luqman bi hev re beşdar bûn û li deverên cûda şehîd bûn. Kemalê Hupê li Batmanê, Nûrîşan di şerê li Bagokê de û Luqman jî li Kercosê şehîd bûn. Birayê Kemal, Nesredîn ango bi nasnav Doktor jî li Omerya şehîd bû. Dema ku Nesredîn şehîd bû, du birayên wî jî di girtîgehê de bûn. Du bira li çiyê gerîla bûn, du bira jî di girtîgehê de bûn. Bavê wan Hemedê Hupê jî li derve bi zilma dewletê re rû bi rû bû. Lê bi zarokên xwe serbilind bû. Wî digot, ew eskerên xwedê ne.
Ew gotina wî ya eskerên xwedê, ti carî ji bîra min naçe. Digot, kî karibe bila biçe û li dijî dagirkeran şer bike. Dema ku kurê wî Hecî Resûl li girtîgehê bû, ji kurê wî Cegerxwîn re digot divê tu jî biçî û bibî gerîla. Cegerxwîn jî da pey şopa apên xwe û bû gerîla. Mala Hupê li gundê Hatxê bûbû baregeheke PKK’ê. Bi şev û roj gerîla di mala wan de bûn. Zarok û xizmên wan jî gerîla bûn. Gelek çîrok û çîvanok di wê malê de hebûn. Çi gerîlayek hatibe wê herêmê, di wê malê re derbas bû. Gelek serpêhatî di wê malê de kom bûn. Lê gelek wext derbas nebû, dewletê ew gund vala kir. Hemedê Hupê ku muxtarê gund bû Mijdara sala 2003’an jiyana xwe ji dest da. Dema ku çavê xwe girt, zarokek wî jî ne li cem bû. Lê hevrêyên zarokên wî li cem bûn. Ji ber ku ew bûbû malbata her kesî. Gelek kesan ew nas dikir û keda wî dîtin. Hevjîna wî, pîra Şerîfa jî bi salan bi nexweşiyê li ber xwe da. Xalekî wê û birayê wê jî li ser sînorê Rojava ji aliyê eskerên Tirk ve hatibûn qetilkirin.
Malbata Hupê têra xwe dîtibû. Gelek êş û azar kişandin. Lê rojekê jî negotin, ax û of. Ew êdî bûbûn malbateke PKK’ê.
Malbateke berxwedêr û serhildêr bû. Ewqas zarokên wan şehîd bûn, ewqas di girtîgehê de man û hê jî kurekî wan Ferhan 30 sal in di girtîgehê de ye. Ti carî ji berxwedana xwe nehatin xwarê. PKK’ê malbatên bi vî rengî berxwedêr û serhildêr afirandin. Malbata Hupê jî yek ji wan malbatan e. Îca bifikirin li Kurdistanê bi sedan malbatên bi vî rengî hene. Ti carî teslîm nebûne û xiyanet li doza Kurdistanê nekirine.
Dema ku min ev nivîs dinivîsand cenazeyê Pîra Şerîfa li Nisêbînê dihat veşartin. Pîra Şerîfa dayika şehîd û girtiyan bû. Piştî temenekî 90 salî çû ber dilovaniya xwedê. Li pey xwe du zarokên şehîd hiştin. Zarokekî wê li girtîgehê û du zarokên wê li sirgûnê bûn. Jineke serhildêr bû. Îradeya PKK’ê bi ruhê wê re bûbû yek. Ti carî serî netewand û her tim rûken bû. Herî dawî sala 2012’an min ew li Hewlêrê dît. Agahiya wefata wê jî min li derveyî welêt bihîst. Dema ku Hemedê Hupê jî jiyana xwe ji dest da, li girtîgehê bûm. Kêfa wî gelekî ji min re dihat. Lê mixabin di wefata wan de ne li cem wan bûm.
Ew rûmet û nirxên Kurdistanê ne. Heta ku li welatê me malbatên bi vî rengî hebin wê doza Kurdistanê ti carî qels nebe. Bi saya wan malbatan em bi hêz in. Îca bifikirin, li welatê me malbatên bi vî rengî hene û hin malbatên xwefiroş û xayîn hene.
Li Kurdistanê ti carî qehreman û xayîn bi dawî nebûne. Yên ku navê xwe dinivîsînîn malbatên qehreman û şehîdan e…
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA