QAMIŞLO – Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Cizîrê, yekemîn konferansa xwe bi dirûşma “Em ê bi ciwantî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, şoreşa xwe ava bikin” li Hola Mûsa Anter a li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hezar delegeyan li dar xist.
Wek Ajansa Nûçe Ciwan me mîkrofonê xwe dirêjê ciwanan kir.
Diyar Silêman diyar kir ku hemû şoreş bingeha rêxistinbûna xwe xwendevanan digrin. Girîngiya konferansê komkirina ciwana ye.
Şagirtê ku navê xwe Rêzan ê ku amadekariya konferansê de cih digirt jî wiha got:
Em gelekî girîngî didin vê konferansê. Konferansa me axaftinên destpêkê ve destpê kir û dû re xwendinên raporên falîyetan ve berdewam kir. Raporan de em behsa faliyet û çalakiyên xwe dikin.
Ev konferansa li ser asta Cizîrê di heman demê de ji bo kongreya giştî jî amadekariyeke.
Rola ciwanan ji bo ciwakê sereke ye lê rola şagirtan hê jî vê girîngtir e. Divê şagir zanistiya ku digrin bikin di bin xizmeta civakê.
Endama Tevgera Xwendekaran Nuseyin jî diyar kir ku dê ev konferans bibe qada çareseriya pirsgirêkên xwendekaran.
Divê em tenê xwe xwendinê ve sînordar nekin û civakê re pêşengtiyê bikini
Piştî axaftinan sînevîzyoneke der barê kar û xebatên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.
Dûre rapora salekê ya tevgerê bi erebî û kurdî hat xwendin, rêziknameya tevgerê jî hat xwendin û hate nîqaşkirin. Di dawiyê de hilbijartin çêbûn.