KOBANÊ – Pêşangeh ji bo bîranîna şehîdên ku di encama bombebaranên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de hate lidarxistin. Ji Hezîrana 2020`an ve 17 kes di encama bombebarana li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne.
Pêşangeh li hola navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê ya li Kobanê hate lidarxistin. Bi dehan ciwan û malbatên şehîdan beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de ji rêveberên ciwanên PYD`ê ya herêma Firatê Mistefa Sedîq wiha axivî: “Dewleta Tirk piştî têkbirina wan di şerê Ii dijî gerîla de, bi rêya balafirên bêmirov berê xwe daye sivîlan. Dewleta Tirk nikare îradeya gelê herêmê bişikîne, nexasim îradeya ciwanên me. Lewma wekî ku rêber Ocalan dibêje şoreşê bi ciwanan dest pê kir û ew ê bi wan bi ser bikeve.”
Paşê bavê şehîd Fîras Mezî, Îbrahîm Mezî axivî û teqezî li ser berdewamkirina têkoşînê, şopandina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kir.
Di dawiyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger wêneyên şehîdan pêşkêşî malbatên şehîdan kirin.
Di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk de 5 kes di meha Cotmeha borî de li Kobanê şehîd bûbûn.