SILÊMANÎ – Xwendekarên zanîngeh û peymangehê li Silêmaniyê li dijî nedana xerciya mehane ya xwendekaran çalakî lidarxistin. Polîsan bi gaza rondikrêj êrişê çalakiya xwendekaran kirin û çend xwendekarek birîndar bûn.
Îro xwendekarên zanîngeh û peymangehê li Silêmaniyê li ber avahiya walitiya bajêr li dijî nedana xerciya mehane ya xwendekaran çalakiyek li darxistin.
Xwendekaran di çalakiyê de rêya sereke ya Silêmanî-Tasluce li trafîkê girtin. Piştre hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwendekaran bombeyên gazê bikaranîn. Di navbera xwendekar û polisan de alozî derket û çend xwendekarek birîndarbûn.