HEWLÊR – Xwepêşandana xwendekarên zanîngeh û peymangehê ya li Hewlêrê berdewame. Xwendekar ber bi Parlementoya Herêmê ve meşiyan û diyar kirin heta daxwazên wan pêkneyên wê çalakiya wan berdewam bike.
Di saet 09:30’an de xwendekarên zanîngeh û peymangehê li Hewlêrê li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind kombûn û bi dirûşman daxwazên xwe anîn ziman. Piştre xwendekaran ji vir bi meş berê xwe dan ber avahiya Parlementoya Herêmê.
Xwendekar diyar dikin heta mafên wan neyên dayîn wê xwepêşandanên wan berdewam kin.
Xwendekarek got, “Li cihê ku hikûmet barê li ser milê me û malbata me siviktir bike, berovajî girantir dike. Di ser nedana xerciya mehane re, sîstema xwendina peretî daniye û pere ji me werdigre.”
Wî xwendekarî bang li tevayî xwendekaran kir ji bo bidestxistina mafên xwe piştgiriya wan bikin.
Xwendekarek din jî diyarkir dema ku wan sibehê dest bi xwepêşandanê kir hejmara wan şeş kes bûn, piştre bi qasî 2 hezar hêzên ewlehiyê anîn dora wan komkirin. Wî xwendekarî diyarkir ji tirsa xwepêşandan niha li nava Hewlêrê hêzek zêde ya ewlehiyê hatine belavkirin. Her wiha da zanîn tevî zext û gefan jî ew ê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.
Hêjayî gotinê ye, ji sala 2015’an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciya mehane ya xwendekaran nade. Wê demê mehane ji bo xwendekarên ku mala wan li nava bajêr 40 hezar û xwendekarên mala wan ji dervey bajêr jî 100 hezar dînar dihat dayîn.