HEWLÊR – PDK îxaneta xwe didomîne. Hevkariya PDK’ê û malbata BerzanÎ ya dewleta Tirk re derket lûtkeya herî jor.
PDK vê carê Siyasetmedarên HDP’ê yên ku ji Bakurê Kurdistanê ji ber cezayên hepsê ên faşîzma Tirk hatine Başûrê Kurdistanê, terorîze dike. Endamê meclîsa HDP’ê ya Hewlerê ku beriya niha bi kuştinê gef lê xwaribû û xwestibûn ji Başûrê Kurdistanê derbixin, îro piştî nîvro bê hincet Hasan Kaçarî û malbata wî ji rêya Digela Kerkûk-Silêmaniyê dersînor kirin.
Hasan Kaçar welatparêzekî ku demek dirêj di zindanên dewleta Tirk de maye û nexweşiya wî giran lê peyda bûne. PDK bi hevjîna wê Remziye û zarokên wê yên biçûk Rozerîn û Aren ber deriyê sînor hîştiye û ev malbat bi awayekî piratîkî li deriyê sînor li benda hestiyarî û xwedîderketinê ye.