NAVENDA NÛÇEYAN – 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd xwe ji nÛ ve avakirineke dîrokî ye. Di pêşengtiya Rêber Apo û komek xwendevanan de biryareke qedera gelekî biguhure tê girtin û PKK 27’ê Mijdara 1978’an de li Gundê Fîs’a Licê de PKK tê damezirandin. Dehan sale gelê Kurd vê rojê wek rojeke dîrokî bi wate dike û li her derê vê rojê de ppîrozbahiyan pêk tîne.
Îsal jî ev pîrozbahî bi rojan pêş de li welat û derveyê welat destpê kirin. Ji van pîrozbahiyên îsal re ciwan pêşengtiyê dikin. Taybet ciwanên Rojava bi coş û moralên xwe ve çend roje dev ji kolanan bernadin.
Di vê çarçovê de Îro jî li qampa Berxwedan bi coşekî mezin salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat pîroz kirin.
Ciwanên qampa Berxwedan 43yemîn salvegera tevgera azadiyê li rêber APO û tevahî gelê kurd pîroz kirin û agirê azadiyê vêxistin û li derdora wê weke xelekekê dîlanek bi coş girtin, koma dîlan û stranan ya qampa berxwedanê stran û govend gerandin.
Di dawiyê de bi siloganên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” , “Bijî rêber Apo” ve şahî bi dawî bû.
Li Kobanê jî bi heman armancê di pêşengtiya ciwanan de şahiyek hat li darxistın. Şahiya ku li Qeremoxê de pêk hat ji aliyê gel ve rastê eleqeyeke mezin hat. Di şahiyê de sloganên Bijî PKK, Bijî Serok Apo tim û tim hatin avêtin.
Şahî bi dîlanê ve heta saatên dereng berdewam kir.