NAVENDA NÛÇEYAN – Di pêşengtiya Rêber Apo û komek xwendevanan de biryareke qedera gelekî biguhure tê girtin û PKK 27’ê Mijdara 1978’an de li Gundê Fîs’a Licê de PKK tê damezirandin. Dehan sale gelê Kurd vê rojê wek rojeke dîrokî bi wate dike û li her derê vê rojê de pîrozbahiyan pêk tîne.
Îsal jî ev pîrozbahî bi rojan pêş de li welat û derveyê welat destpê kirin. Ji van pîrozbahiyên îsal re ciwan pêşengtiyê dikin. Taybet ciwanên Rojava bi coş û moralên xwe ve çend roje dev ji kolanan bernadin.
Bi vê armancê îro Ciwanên Dêrîkê herikîn qadan. Ciwanên dêrikê bi berxwedaniyek mezin bi coş û moral bi siloganên serkeftinê ve meşiyan.
Meşa ku ji bo pîrozbahiya 44’emîn ya salvegera PKK’ê bi pêşengtiya ciwanan Saha Şehîdan destpêkir û meşê heta pêşiya navenda Ciwanan berdewam kir. Ciwanan agirekî mezin pêxistin û li dora agir diîlan gerandin. Meşa ku li pêşiya Navenda Ciwanan vegeriya mitîngê de Tim û tim siloganên Bijî PKK û Bijî Serok Apo hatin avêtin.