NAVENDA NÛÇEYAN
Hêlîn CÛDÎ nivîsand
Di ser 27’ê Mijdarê 1978’an re yanî di ser damezirandina PKK’ê re, 43 sal derbas bûn. Koma APO’yî, beriya wê demê, 5 sal û 5 mehan hatibû avakirin. Ji vî alî ve dema em lê binêrin, em di salvegera 49’an de ne. Ango ev nîv sed sal e, bûyerên siyasî yên li Kurdistanê, PKK ya bi rêbertiya Rêber APO destnîşan dike. Heger di sala 1973’an de koma APO’yî nehatiba avakirin, vê gavê tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li çar beşên Kurdistanê, wê qirkirina Kurdan di asteke bilind de pêk bihata.
Her çiqasî welatên NATO’yê çaxekî li hemberî Iraqê ya bi Sovyetan re têkîldar bû, piştgiriya PDK’ê kiribin jî, bi peymana Cezayîrê ya di sala 1975’an de, dema piştgiriya bi PDK’ê re qut bû, li Iraqê bûyerên trajîk qewimîn. Emerîkaya ku Mele Mistefa Barzanî bawerî pê dianî, dest ji PDK’ê berda. Ji bo Mele Mistefa Barzanî bi tenê derfeta jiyan û dermankirinê ya li Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê hatibû dayîn. PKK di qonaxeke wiha de derket ser dika dîrokê û dest bi tekoşîna pêşîgirtina li qirkirina gelê Kurd kir. PKK’ê gelê Kurd ji serê zinaran rizgar kir. Heger ev rewş di şertên siyasî yên wê demê û rewşa ku Kurd di nav de bûn, were lêkolînkirin, wê were dîtin ku rastî bi vî rengî ye. PKK’ê Kurdê ku li ser doşeka mirinê bû, zindî kir.
Di wê qonaxê de ku koma APO’yî derket ser dika dîrokê, li Bakurê Kurdistanê komên siyasî yên din ên Kurd jî dixwestin xwe rêxistin bikin. Lê îdeolojî, polîtîka, rêxistin û têgîhîştinên wan ên tekoşînê, ne di wê astê de bûn ku karibin li hemberî dagirkeriya qirker a bi armanca qirkirina Kurdan, rawestin û gelê Kurd arasteyî tekoşînê bikin. Bi zêhniyet û têgîhîştina tekoşînê ya wan rêxistinan, nekarîbûn pêşî li polîtîkaya qirkirinê bigirin. Nekarîbûn Kurdan ji qirkirinê rizgar bikin. Jixwe, ji ber vê rewşa van rêxistinan, APO’yî derketin ser dika dîrokê. Nexwe, ti pêdivî bi damezirandina koma APO’yî û PKK’ê nedibû. Ji ber ku pêwîstî bi rêxistineke ku gelê Kurd rêxistin bike, arasteyî tekoşînê bike û bigîhîne azadiyê hebû, koma APO’yî hate avakirin.
Di demeke kurt de mezinbûna PKK’ê, li Bakurê Kurdistanê bûyîna wê ya hêza siyasî ya herî bi bandor, ji ber vê sedemê bû. PKK neketiye şûna ti partiyekê. Valahiya ji ber nebûna rêxistineke welatparêz, şoreşger a li Kurdistanê dagirtiye. Jixwe, tinebûna rêxistinên din ên li hemberî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê, vê rastiyê derdixe holê ku ne ew rêxistin bûn ku karibin tekoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bimeşînin. Di rastiyê de heger van rêxistinan beriya darbeya faşîst a leşkerî ya di 12’ê Îlona 1980’yî hêzên pêşiya PKK’ê bigirin ava nekiribûna, PKK wê beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, hîn zêdetir mezin bibûya. Bi vî rengî dikarîbû li hemberî vê darbeya ku qirkirina Kurdan armanca wê bû, biketa nava tekoşîneke cidî. Ji ber ku PKK li her cihê diketiyê bi rêxistin dibû, bawerî dida gel.
Dema ku em qala damezirandina PKK’ê dikin, divê teqez mirov qala bandora diyarker a Rêber APO bike. Heta kesayeta şoreşger a Rêber APO, uslûb, şêwaz, rêbaz û tempoya wî neyê fêmkirin, mirov nikare fêm bike, bê ka PKK ji bo çi mezin bû û pêşketinên mezin afirandin.
Heger PKK ev nîv sed sal in li hemberî Tirkiyê ku dewleta herî mezin a Rojhilata Navîn e û xwedî artêşa herî mezin a 2’yan a NATO’yê ye, şer dike, ev di heman demê de îsbat dike ku PKK di her şert û mercî de dikare polîtîkayan ava bike û tekoşînê bike. Ev yek nîşan dide ku PKK li gorî şertan polîtîkayan destnîşan dike, di stratejiya xwe de guhertinan dike, afirîneriya taktîk pêk tîne. Nexwe, li Rojhilata Navîn li hemberî Tirkiyê ku tewazinên cîhanê lê tên avakirin, piştgiriya Ewrûpa û Emerîka werdigire, ne mumkin bû ku nîv sedsalî mezin bibe, bi pêş bikeve û li ser piyan bimîne. PKK vê gavê Tevgera Azadiyê ya li cîhanê ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve ya herî xwedî zanîn û hêz e. Li Rojhilata Navîn ku cihê herî baş lê polîtîka, dîplomasî û tekoşîna rêxistinî were kirin, 50 salan tekoşîn, bidestxistina behremendiya herî mezin e di hêza hizirandin û pratîkbûnê. Gelê Kurd jî, gelên herêmê, gelên cîhanê û hêzên siyasî jî, di van 50 salan de, ev yek bi caran dîtine.
Xeta Rêber APO û hebûna PKK’ê, garantiya dewamkirina hebûna gelê Kurd û bidestxistina azadiya wî ye. Êdî mirov nikare PKK’ê, gelê Kurd û azadiyê ji hev cuda bibîne.Tekoşîna rêxistinên din hemûyan jî tenê bi xeta îdeolojîk a PKK’ê û di rewşa tekoşîna wê de dikare watedar bibe. Xeta îdeolojîk-polîtîk a PKK’ê û tekoşîna wê, êdî gelekî li pêş rêxistinên Kurd ên din e. PDK hebûna xwe û derfetên xwe, deyndarê PKK’ê ye. PDK ne di wê rewşê de ye ku bikare ne ji aliyê hizrî, ne ji aliyê polîtîk, ne ji aliyê civakî, ne ji aliyê rêxistinî, ne jî ji aliyê hêza tekoşînê ve pêdiviyên gelê Kurd pêşwazî bike. PDK bi derfetên tekoşîna 50 salî ya PKK’ê derxistine holê, rastiya gelê Kurd û bi piştgiriya hêzên derve hebûna xwe didomîne. Di rastiyê de li derveyî serdemê ye, derveyî desthilatdariya çend bajaran, ti taybetmendiya xwe nemaye. Paşeroja gelê Kurd, PDK’ê elaqedar nake. Bi tenê îro, ji bo PDK’ê heye. Heger ji Kurdistana weke beheştê evqas rev hebe, ev yek ew rewş e ku PDK’ê gelê Kurd xistiye navê.
PKK ji aliyekî din ve jî weke rûyê hemdem, siberojê, heta rûyê mînak ê mirovahiyê hemûyî ye, îro ji bo gelê Kurd xwedî nirxekî gelekî mezin e. Di mijara jiyana civakî, çandî û polîtîk de, îro gelê Kurd xwedî hizir û pratîka herî bipêşketî ya cîhanê ye. Heger ji aliyê hinekan ve nirxên wê neyên dizîn û neyên desteserkirin, Kurdistan ew welat e ku ti pirsgirêka aborî ya civaka Kurdistanê dernakeve holê. Gelê Kurd di şexsê PKK’ê de siberoja xwe rizgar kir. Jiyana civakî, çandî, siyasî û aboriya gelê Kurd wê paradîgmaya Rêber APO ya civaka demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk û pratîkbûna wê ya weke modernîteya demokratîk destnîşan bike.
Ez hêvî dikim hizirandinên Rêber APO ji aliyê gelê Kurd hemûyî ve werin pejirandin, bibin çarçoveya jiyana azad û demokratîk, sedsala 21’ê li Rojhilata Navîn bibe sedsala gelê Kurd.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA