BEHDÎNAN – Beşa ku têkoşîna li dijî faşîzmê geş bike, berfireh bike û têk bibe, ji ciwan û jinên ciwan pê ve nîne.
Berxwedana dîrokî ya îroyîn reva bi hezaran ciwanan a azadiyê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, ciwan û jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azadiyê, berxwedana li dijî faşîzmê mezin dikin.
Yek ji wan Jina ciwan Sozdar Zagros ku bi daxuyaniya ku duh ragihandibûn ku ew tevlî nava refên PKK’ê bûne, hest û ramanên xwe ji ajansa me re vegot.
Bi tevahiya Axaftina Sozdar Zagros wiha ye:
Nawê min Sozdar Zagros.
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me, Ji ber ku min difikirî ku êdî dema azadiya wî ya fîzîkî ye, ji bo ku li çiyayên me li dijî êrîşên hovane yên Komara Tirk a faşîst li Zagros Avaşîn bibim deng, Ez tevlî refên gerîla bûm.
Her çiqas pêvajoyeke dijwar û bi ked bejî, lê ez gihiştim armanc û hedefa xwe.
Ez dixwazim hemû gelê me verin û tevllî refên gerîla bibin, taybetî jinên ciwan di vê xalê de cih bigirin. Ji ber ku zîhniyeta faşîst a TC AKP û MHP’ê bi taybetî li ser jinan şerê psîkolojîk ê sîstematîk dimeşîne.
Kesên ku dibêjin em welat bi rêve dibin, polîtîkayeke ku dikare peyva jinê ya ku her tim aniye ziman û li ser zimanê xwe hiştiye, biçûk bike û bitirsîne. Bila zanibin (bizanin) ku jin ji we natirsin û ew ê her tim cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin û li dijî we şer bikin. Bi gotinên ku jin e, nikare derkeve kolanan, Jin e nikare biaxive, nikare xwu mêzeke (xemilandin)..jinê ditirsînin, jîngeha wan ji holê radike û destê wan hildide..
Ez bang li jinên ciwan dikim, bi taybetî ji jinên ciwan dikim, ez naxwazim ew van zextên derûnî qebûl bikin, ez dixwazim ew berê xwe bidin çiyaye azad û nava refên gerîla da cîh bigirin û dengê xwe bilind bikin.. ki vir ez dixwazim xîtabî malbatên bikim.
Ez dixwazim bi taybetî li vir xîtabî malbatan bikim. Gerîlayên me yên li Zagros Avaşînê şehîd bûne, bi zihniyeteke ku ji me û şehîdên me ditirse û cenazeyên me jî nade me li pêşberî me heye. Çekên kîmyewî bikar tînin. Li hember wan, Ez we vedixwînim kolanan, qadan û rêxistinan da ku hûn piştgiriyê bidin têkoşîna zarokên xwe.
Ji şexsê gelê Dersîmê de Ez dixwazim bang li hemû ciwanên dersimê bikim. Taybetî ji jinên Ciwan!
Ez dixwazim ku hûn cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin, çeka xwe bigirin û li hemberî vê zîhniyeta hov bi gerîlatiya xwe bikin û ber-kêleka vê şoreşê bisekinin.
Şoreşeke bi rûmet heye, meşeke bi rûmet heye, ez dixwazim li kêleka vê meşa bi rûmet bimeşim û hûn jî tuxlêkî (kerpîçekî) ji vê şoreşê re deynin.