NAVENDA NÛÇEYAN – 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd xwe ji nû ve avakirineke dîrokî ye. Di pêşengtiya Rêber Apo û komek xwendevanan de biryareke qedera gelekî biguhure tê girtin û PKK 27’ê Mijdara 1978’an de li Gundê Fîs’a Licê de PKK tê damezirandin. Dehan sale gelê Kurd vê rojê wek rojeke dîrokî bi wate dike û li her derê vê rojê de pîrozbahiyan pêk tîne.
Îsal jî ev pîrozbahî bi rojan pêş de li welat û derveyê welat destpê kirin. Ji van pîrozbahiyên îsal re ciwan pêşengtiyê dikin. Taybet ciwanên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi coş û moralên xwe ve çend roje dev ji kolanan bernadin.
Bi heman armancê doh êvarê ciwana li kantona Şehbayê li gundê Babins şahî li darxistin. Ciwanên Şehbayê Ji bo salvegera 44 emîn Partiya Karkerên Kurdistan bi moraleke bilind pîroz kirin.
Dîsa Ciwanên Başurê Kurdîstanê jî dest pîrozbahiyên salvegera PKK’ê kirin. Doh êvarê li Ranyayê Ciwanan agir vêxist û siloganên Bijî PKK, Bijî Serok Apo ve qadên Ranyayê lerizandin. Ciwana di heman demê hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk û hevkariya malbata Berzanî jî anîn li ser ziman. Şahiya ciwanan de posterên Erdoğan jî hatin şewitandin.