PARÎS – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li taxa Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statu” çalakiyek ya girtina rê lidarxistin.
Ciwan ku di destên wan de al û wêneyên PKK’ê û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hebû danê êvarê hatin ba hev.
Ciwanan bi qasê 20 deqeyan rê li trafîkê girtin û bal kişandin ser sîstema êşkence ya Îmraliyê.
Şêniyên heremê eleqeyek mezin nîşanê çalakiya ciwanan da.