QAMIŞLO – Ciwanên Şoreşger 27 Mijdarê Li Qamişlo Pîroz Kirin.
Ciwanan li wargeha ciwanan ya bajarê Qamişlo Civîn li ser wate û giringiya 27 Mijdarê, pêvajoya ku tê de derbas dibin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hete lidarxistin.
Civîn ji bo giya şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Dijwar Karker axivî.
Karker diyar kir ku:
27 Mijdarê roja vejîn hebûn û azadiyê ye pêwîste ciwan û bi taybet jinên ciwan xwedî li vê hereketê derkevin. Her wiha li Garê dewleta Tirk têk çû niha li Tirkiyê gel ji bona aboriyê li hemberî Erdoganê faşîst radibin ser piyan û gel daxwaza îstîfaya AKP ê dikin.
Piştî civînê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ciwan bi erebeyan di nava bajêr de geriyan û li çerxana Efrîn rawestiyan û şahî li dar xistin.
Di şahiyê de timûtim siloganên Bijî PKK û Bijî Serok Apo hatin avêtin.