BEHDÎNAN – Ciwanê ku tevlî PKK’ê bu Rûbar Şervan sedema tevlêbÛna xwe parvekir. Rûbar şervan Ajansa me Nûçe Ciwan re hestên xwe anî li ser ziman.
Tevahî axaftina Rûbar wiha ye:
Navê min Rûbar Şervan. Ez li bajarê Amedê me. Ez ji Amedê beşdarî refên gerîlla bûm. Sedema min ji bo beşdarbûna di nav refên gerîlla de, têkoşîna gerîlla bû, lê ya çêtir ev bû. Tevlî tekoşîna gerîlla bim, Ji bo rastiya dijmin nas bikim. Bi rastî jî hestek pir xweş e ku meriv wê zihniyeta qirêj a ku dijmin li ser we kiriye ji holê rake.Carinan ciwanan digotin tevlîbûna nava refên gerîla zehmet e, rê tûne, lê ne zehmet e, ger mirov lê bigere, çi wextê bigire dibîne.erê, carna mirov zehmetiyan dikişîne, carna nabîne, carinan dikeve nava nakokiyan, lê ger mirov bi biryar be, bi her awayî dikare tevlî refên gerîlla bibe.
Li Botan, Amed, Garzan û Serhatê ewqas komkujî hatin kirin, zarok hatin qetilkirin dayik, bi taybetî jî dayika taybet ana. 7 rojan li nîvê kuçeyê ma zarokên wî 10 metre jê dûr bûn, lê nikaribûn tiştekî bikin. Zîhniyeta dijmin ne ewqas xweş e, Ji bo 7 rojan dayikek li ser kolanê dimîne hişmendiyek pir qirêj e. Lê şîreta min ji ciwanan re ew e ku rûyê xwe bidin çiya û destên xwe bidin çekan. Dibe ku tirsa wan a malbatê hebe, dibe ku bê girtin, dibe ku ji zihniyeta faşîst bitirsin, lê divê netirsin. Ger em ji zîhniyeta faşîst bitirsiyana niha em tevlî nava refên gerîllla nedibûn. Rakirina tecrîda li ser Rêbertî di destê me de ye, ne di destê kesekî din.
Avakirina Kurdîstana Azad di destê me de ye û ne destê yê din e. Ger em îro ji bo Kurdistana Azad şer nekin, wê sibe çanda me, jiyana me, zimanê me her tişt wêran bibe. Ji ber vê em bang dikin ku hemû ciwan tevlî nava refên gerîlla bin. Ev serdem serdema serketinê ye. Ger em di vê serdemê de Kurdistana Azad ava bikin wê jiyana me hemû bidome. Em salvegera PKK’ê Rêbertî û şehîdên xwê li hemû gelê xwe, û li bindestan pîroz dikin. Ev sal sala serketinê ye. Em dibêjin, Bijî Rêber APO. Bêjî Serok APO.