NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“25’ê Mijdarê ji bo me jinan rojeke girîng a têkoşînê ye. Dema ku mêr dîrokê dinivîsin, jinan tune dihesibînin lê jinan her dem hebûn û rolên şoreşger pêk anîn. Desthilatdariyên faşîst di dîroka xwe de zayenda mêran derdixin pêş û li di têkoşîna li dijî faşîzmê de jî jin tên dîtin. Em bi wesîleyê Xwişkên Mîral ên ku dîroka 25’ê Mijdarê amade kirine, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em tevgera jin a enternasyonal li hemberî faşîzm û serweriya mêran têdikoşin û nasnameyên zayendî yên bindest silav dikin.
Em şîddeta li ser jinan bi hêza xwe ya xweser û cewherî dikarin bibin sekinandin. Bi têkoşîna jinan a yekgirtî em dikarin şîddetê bidin sekinandin. Tevgera jinan di şertên herî zehmet de li kolan û qadan bû. Em ê deskeftiyên xwe biparêzin û têkoşîna xwe geştir bikin. Kesên Denîz Poyraz , Îpek Er, Yeldan Kahraman û Şûle Çet kuştin, tecawizê girtiyay siyasî Garîbe Gezer kirin, kesên jinê Efrîn û Şengalê qir kirin û kesên dewleta birjûwa ya dewleta Tirk a faşîst li ser pêyan dihêlin, divê werin cezakirin.”