AMED – Rêxistina hêviya gelan PKK dikeve sala xwe ya 44’an. Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê şahî û çalakiyên ku bi rojan berê li gelek deverên Kurdistanê dest pê kiribûn dîsa bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan pêk tên.
Bakûrê Kurdistanê piştî salan şûnde îsal di pêşengtiya ciwanan de li her derê çalakiyên bi bandor ve salvegera PKK’ê tê pîroz kirin.
DGH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku wan di 21’ê Mijdarê de bi wesîleya 44’emîn salvegera PKK’ê li Taxa Medya ya navçeya Kayapinar a Amedê rêze çalakî li dar xistine.