QAMIŞLO – PKK ya ku di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê hat îlankirin, sala xwe ya 43’emîn li pey xwe hişt. PKK’ê ya ku bi ked û zehmetiyên mezin hat îlankirin, bi keda bi hezaran şehîdan jiya, mezin bû û mezin dibe.
Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li Qamişloyê de 3’ê endamên malbata Gulo şehîd bûn. Malbata Gulo ku yek ji kevintirîn welatparêzên Rojava ye, hest û ramanên xwe yên bi boneya 27’ê Mijdarê û 43’emîn salvegera PKK’ê ji ajansa me re axivîn.
Yadê Şemsîxan “Ez di serî de Rêber Apo û hemû şervanên azadiyê, gerîlayên ku îro destkeftinên wan ên herî mezin ku îro dewleta Tirk li ber wan baz dide û çeperên şer direve, ez vê berxwedanê pîroz û bimbarek dikim. Hemû malbatên şehîdan îro destê xwe kirin di bin kevir de, kar û xebatên xwe ji bo wan lehengan dikin û soza xwe bi cih tînin. Ez sersala partiyê li hemû malbatên şehîda û hemû gelên welatparêz pîroz dikim.” got û berdewam kir:
“TEVGEREKÎ XWEDÎ SOZ Û BIRYARE”
“Bi rastî dema em dibêjin sersala Partiya Karkerên Kurdistan wek vejineke nû di cîhanê de çêdibe tê fikra mirov. Gelê Kurd di wê hêviyê de ne ku ji tariyê hatin ronahiyê hêviyek gelek mezin ji tevgera Azadiyê tê. Ji ber ku dîroka Kurdistan de gelek Serhildan çêbûn, lê gel ne bi biryar bû ku li pey şopa wan biçin û di gel de sekinandin hebû. Partiya Karkerên Kurdistan di daxuyanî û damezrandina xwe de dan diyar kirin. Çend kesên ku welatparêz û xwendevan wek Mazlum, Kemal, Xeyrî, Hakî Qerar û Rêber Apo destpêkir. ji xwe bi fikir û felsefa Rêber Apo em îro gihîştine vî pêvajoyê. Fikirîn û gotin Kurdistan bindeste û jiyan bê azadî nabe û dest bi kar û xebatan kirin. Gelekan pejirand û gelekan ji ne pejirandin. Piştre gel kar û xebatên wan dîtin, berxwedana wan dîtin, paqijiya wan ê zelal dîtin, fikira wan a paqij dîtin. Gel li wan kom bûn û xwedî soza wan lehengan derketin. Piştî gelek qonaxan û şûnde di şerê çekdarî de fermandar Egîd şehîd bû. Gel gihîşte wê baweriyê ku lehengên wek fermandar Egîd şehîd ketiye. Bêhtir bi coşeke mezin mirovên me tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Biryara xwe dan, soza xwe dan, tevlî şerê Azadiya Kurdistanê bûn û tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê bûn. PKK, erê ji bo navê Kurdistan tê, lê belê ji bo azadiya hemû gelan tê. Ji ber vê jî wateya wê pir girînge. Partiyekî hêviya pêşeroja gelane. Hêviya pêşeroja xilasiya gelane. Ji bo vê jî çiqas mirovên me şehîd bûn, çiqas mirovên me zîndanan de ne, çiqas berxwedan çêbûn, çiqas têkoşîn çêbûn, çiqas mirovên me rastî qetilkirinê ji hatin, ev partî û tevger bi bin neket. Tevgerekî xwedî soz û biryare. Xwedî li mirovên xwe, xwedî li şehîdên xwe derdikevin û xwedî li tevgera xwe derdikevin.
Dîsa em dibêjin Sersala Partiya Karkerên Kurdistan li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Em di serî de li Rêber Apo û hemû gelê bindest ên ku azadiya xwe û hêviya xwe di vê tevgerê de dibîne em li wan pîroz dikin. Hêviya pêşeroja me ne, hêviya gelane. Partiyekî bi xwînê hat avakirin. Alake ku bi xwînê hate avakirin. Alake ku bi hezaran însana, sozên xwe di binde dan û heta roja îro jî şehîd dikevin. Ala hêvîyê ye, Ala destkeftine ye û Ala Azadiyê ye.
Ji ber vê jî heta dawiyê emê alîkar bibin. Heta dawiyê emê piştgiriya şervanên xwe û gerîlayên xwe bibin û tu carî bila dijmin ne bêje emê gelê Kurd tune bikin an gelê Kurd bi çend kesan tune bibin. Na , çiqasî em şehîd bikevin ewqasî em jiyan dikin. Em çiqasî li ber xwe bidin emê ewqasî jiyan bikin. ji xwe Apê Yûsiv destpêka Partîya Karkerên Kurdistan de ew jî em bêjin yek jê bû. Yanê jiyana xwe di vê tevgerê re derbas kir. Kurdiyatî derbas kir. Ne Rojava tenê, her çar parçên Kurdistanê de kar û xebat meşand. Bes fikirê wî fikirê Tevgera Azadiyê bû yanê fikirê PKK’ê bû. Bi xwe, bi malê xwe, bi zarokê xwe, bi neviyên xwe, yanê sê nifş mezin kirin me di vê rêyê de dan, gihîştin asta şehadetê. Ji xwe em ne poşmanin. Wek Apê Yûsiv gotiye çiqas mirovên me yên fedakar hebin, çiqas mirovên me yên xwedî bawerî hebin, emê di vê rêyê de bin û heta ku em welatek serbixwe û azad di nava cîhanê de em ji wek herkesi jiyan nekin emê rehet rûnenin. Ji ber ku dijmineke hovane, dijminekî xedar, bi salan xwîna vî gelî mijandiye, bi salan em ji heq û mafên xwe dûrketine, bi salan û sedsalan heqê me hatiye xwarin, mafê me tune bûye. Heta ku em xwedî maf nebin, heta ku em wekî gelê cîhanê jiyan nekin em doza xwe bernadin û Partiya hêvîyê, Partiya Azadiyê, Partiya maf û Mazluman, Kemal û Xeyrîyan û Akifan e. Di şexsê Rêber Apo de silavên bê dawî ji vir heya Îmraliyê em li Rêberê Azadiyê dikin û azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Em alîkariyê bidin hevdu û em kar û xebat bi hevra bikin heta ku em Rêberê xwe azad bikin û di nav xwe de em jiyan bikin û hêza PKK’ê, fikira PKK’ê û bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi fikirê şehîda emê bi serkevin. Ji ber ku kedeke ve tevgerê heye. Keda Rêber Apo, bi rastî di Rojava de kedeke mezin heye. Di Başûrê biçûk de kedeke wî mezin heye, fedakariyeke wî ya mezin heye.
“SOZA ME BI REBERÊ ME RA YE”
Em tu carî keda wî ji bîr nakin. Ji ber ku vê tevgerê em weke jin ji tarîtiyê derxistine ronahiyê. Me xwe nas kir. Emê heta dawî li dora Rêberê xwe kom bibin. Ji ber ku tecrîdeke bê exlaq, bê wijdan îro li ser Rêberê me te meşandin. Rêberê ku îro cîhan li ser sekinîye, li ser fikir û felsefeya wî sekiniye şermeke ji bo gelê cîhanê. Şermê ji bo wan dewletên ku ji xwe ra dibêjin em demokratîkin, em pey mafê mirovan e, kanî mafê mirovan, kanî demokrasî, kanî însaniyeta wan? Însanek ku dinya hemû wî dixwaze, însanek ku bi hezaran însanan ji bo wî xwe întîhar kirin, bi sedan însan xwe ji bo wî şewitandin. Rêber Apo xwestin, van însanan tiştekî gelek pîroz kirine. Ne ji bo şexsê xwe kirine, ne jî bo malbata xwe kiriye. Îro Rêber Apo insaniyete û ji bo gelê cîhanê hatiye, ji bo xelasîya însanan hatiye.
Ev dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe hatine li ser vê axê ew me dikujin û bi devê wan e. Dixwazin em dev ji têkoşîna xwe berdin. Em tucarî tenezulatê nakin. Xwîna şehîdan me da ye ku, ne em tenezulan wan bikin. Axa me dayîka me ye. Me ji bo vê axê şehîd daye û em dayîka xwe ji destê tu kesî re bernadin. Sozê me bi Rêberê me ra ye. Sozê me bi şehîdê me ra ye. Sozê me Apê Yûsiv ra ye. Ew neviyên me yên li ber çavên hemû mirova hatin şewitandin tu kesî nikaribû xelaskirina. Bi vê wehşetê êrîş kirin. Ji ber vê jî emê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Banga me ji bo tevahî gelê cîhanê ewe ku ji bo azadiya Rêber Apo em bêdeng nemînin. Rêber Apo hêviye, Rêber Apo xilasiya mirovahiyê ye, Rêber Apo pêşeroja gelê cîhanê tevahiye. Bila cîhan baş bizanibe heger çareserî li Rojhilata Navîn bê danîn wê li ser destê Rêber Apo bê danîn, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bê çareser kirin. Em ji tu kesê çareseriyê naxwazin. Dewletan heqê mirova ne daye, nade jî. Ji ber ku dewletên cîhanê, her yek ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Her yek dixwaze her tişt ji wan re be. Hezar salan xwarine û vexwarin e.
Dewletên mezin, hutên mezin dixwazin. Ev mirovên bê wijdanin, şexsê xwe pê de nafikirin. Tu car însanên feqîr nefikirine. Li Rojava ewqas têkoşîn û xebat çêbûn, mirovên me li ber lingan çûn, ka ji bo wan însanan çi kirin? Çi ji van mirovan kirin? Kanî mirovahî, kanî exlaq, kanî wijdan, hema hatin bixwin, vexwin û xwînmijin. Ji ber vê jî emê kar û xebatan bikin, heta mirovên xwe azad nekin, heta Kurdistaneke azad serbixwe nekin wê sekn û bêhndan li canê me tune be. Dîsa dibêjim sersala PKK’ê li hemû cîhanê pîroz be. Li hemû gelên Kurd ên bi wîjdan em pîroz û bimbarek dikin. Hemû hêzên me yên leşkerî ku îro di çeperan de şer dikin û li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya, ên destkeftîyên wan ê herî mezin, lê îro leşkerên Tirkan ji wan direvin em li wan pîroz û bimbarek dikin.
“KURD EWÊ TEQEZ SERBIKEVIN”
Egîd Gulo da zanîn ku dîroka gelê Kurd bi derketina Rêber Apo û PKK’ê re mezin bûye û berfireh bûye û got, “Kurd ji dîrokê de nayên paqijkirin û tunekirin.”
Egîd Gulo di axaftina xwe da wiha got:
44. salvegera Partiya Karkerên Kurdistan bi rêbertiya Rêber Apo em li hemû Gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin. PKK’ê di sala 1978’an de hate ava kirin. Di avakirina vê partiyê de bi hezaran xort û bi hezaran keç girtin. Gelek bajar û gundê kurdan derbe kirin û gotin PKK’ê beriya ku mezin bibe derbe bikin. Wekî tevahî şoreşên berê wî an jî partiyên berê wê. Digotin beriya ku PKK’ê derkeve me Gelê Kurd tune kiriye û me li ser wan beton kiriye, êdî Gelê Kurd neman û qediyan. Wek hemû netew û olên dîtir ku li Bakurê Kurdistanê jiyan dikirin komkujî ji wan re çêkirin û gotin êdî li ba me neman. Ji bo Kurdan jî gotin êdî me kurdan înfaz kirin, me ser wan jî beton kir û êdî Kurd neman.
Bi derketina PKK ê re bi çar pênc kesan destpê kirin, Bi Rebertiya Serok Apo bûn hezaran, bûn milyonan û êdî gelên cîhanê jî tevli PKK ê dibin. Îro însanên derveyê Rojhilatanavîn jî tevlê dibin. Ji her welat û her netewê tevlê dibin. Em dikarin bêjîn ku PKK tu carî tine nabe. Hebûna PKK ê hebûna însaniyetê ye. Eger însaniyet bi temamî dawî bibe encax wê demê PKK bi dawî bibe. Bi derketina PKK ê re bi teybet ji bo Gelê Kurd mirov dikare bêje ku dîrok ji nûve hate nivîsandin. Beriya wî mirov dikare bêje partî, malbat an jî eşîrên ku xwestin ji bo Kurdan tiştekî bikin hebûn lê ev nedibû, nekarîn bikin. Lêbelê bi derketina vê partiyê re vê Rêbertiyê re êdî bû dîrok û ev dîrok her ku diçe wê firehtir bibe û mezintir bibe. Di dîrokê ke Kurd êdî nema diqedin. Edî Kurda dawî lê nayê kirin. Kurd ewê teqez serbikevin. Wê tirk nikaribin Kurdan tine bikin û emê bigîhin zaferê.
“HEYA YEK KURDEK JÎ HEBE EMÊ BI DAWÎ NEBIN”
Ji xwe PKK ê bi ruhê ciwantiyê destpêkir, bi ciwanan destpêkir. Bi ciwanan gihaye aste herî jor. Mînak îro di hemû çiyayên Kurdistanê de, di hemû qadên tevahî Kurdistanê û derveyê welat bi rêbertiya ciwanan bi sed hezaran şoreşger tevlî partiyê bûne. Aniha di van kêliyên ku em têde ne êrîşên herî mezin liser çiyayên azad yên Kurdistanê tên pêşxistin. Ji ber ku di dîrokeke 44 salan de kî hat û bû serok û desthilatê Tirkiyê xwestin vê tevgerê tasfiye bikin û pûç bikin û nikaribûn vê bikin. Niha jî kî tê soz dide û dibin silogana ‘’ Emê vê hereketê tasfiye bikin û hindik maye’’ Lê bila bawer bikin ku ev şerê giran ku kêliyê niha em têde ne û bi çekên kîmyasal û herî giran li ser van hevalan û ciwanan bikar tînin, LÊ BILA BAŞ BIZANIN KU EM JI WÊ KIMYASALA WAN JÎ XURTIRIN. Dinya jî li wan çiyayên azad xera bibe dîsa wê heval tune nebin û wê biserkevin. Heya yek Kurdek jî hebe emê dawî nebin.
Ji xwe sal bi sal, kêlî bi kêlî ciwanên Kurd, keç û xortên xwe, ciwanên Ereb ji hemû netewan bi dehan, bi sedan û bi hezaran diherikin nava hêzên HPG ê. Tev li PKK ê dibin. Ev berxwedaniya ku li Zapê li Avaşînê, Garê, Metîna ez dibêjim berxwedaniya van hevalan û keda van ciwanan wê biserkeve û ev îradeya wan wê biser keve. Ji bo dîlgirtina Rêber Apo protesto bikin bi sedan ciwanan xwe şewitandin. Hemû dinya alemê ev îrade dît.
Ev êrîşa ku dawiyê liser malbatê jî heta kirin Kalkê min Yusifê Gulo, birayê min Mazlûm û Kurê xalê min mihemed şehîd ketin. Erîşeke wulo hovane û bi silehên qedexe kirî bi fisfor lêdan. Rastî jî bûyereke gelekî xemgîn bû lê ev ji me re nabe zeîftî. Ji me re nabe tirs. Berovajî ji me re hêz, ji me re dibe quwet. Em soz didin ku heya naviyên me jî hebin wek soza ku Yusifê Gulo da got ku heta neviyê min jî hebin emê serî hildin, emê tevlê bibin û emê vê şoreşê biserxin. Em son dixwin ku heta dawiyê emê bi xwîna van şahîdan biçin zaferê. Em tu carî neyînî tesîr nabin, evê ji me re bibe hêz û em bikaribin xeyalê şehîdan bigîhinin heqîqetê.
“ERKA HER KEÇ Û XORTEKÎ EWE KU ÇEK BIGRIN”
Di van êrîşên xwe yên Avaşîn, Zap, Metîna û Rojava dixwaze derbe lê bixe. Di van êrîşan de hindek kurdên zeîf û xwe firotî, ji bo maddiyatê û ji bo hinek tiştên dîtir piştgirî didin artêşa Tirk û bi mîtê re kar dikin. Ev Kurdên zeîf ku bi tiştên erzan, bê qîmet tên xapandin me diêşîne. Diçin ji dewleta Tirk re dibin wek alaveke ku karibin bi van kesan tevgerê derne bikin ev bi êşe. Banga me ji van însanên xayîn û çetetiyê ewe ku dikin bila li xwe vegerin. Li şûna ku piştgiriyê bidin dewleta dagirker a Tirk; em ji wan re dibêjin ‘’Ji vê xiyanetê vegerin, çi li Rojava dibe, çi li Bakur û Başûr dibe em dibêjin dewleta Tirk a dagirker dijminê hemû Kurdan e, ne tenê dijminê PKK’ê ye. Ji ber ku beriya PKK’ê 28 serhildanên Kurdan ji qetlîaman re derbas kirin, tev serokên wan hemû kuştin. Dibêjin em tenê dijminê PKK’ê ne ev ne raste. Ew dijminê hemû gelê Kurdin. Ev heqîqeteke viya divê zanibin. Em dibêjin wê Tirk jî têk biçin, wê hûn jî têk biçin. Ji bo wî jî hîn derfet heye hûn dikarin ji xiyanetê vegerin. Soz bidin tiştên ku we kiriye hûn bikaribin jê vegerin.
Ev salên ku em tê de salên serkeftinên ne. Em di ciwantiya xwe de jiyan dikin. Dijminê me kal e. Tiştên ku êdî di dawiya temenê xwe de jiyan dikin wî li ser me ferz dikin. Wî dixwazin li ser me bimeşînin. Ji bo wî jî bangawaziya me ji bo her Kurdekî, ji bo her keç û xortekî ewe ku karibin çek bigirin û li dijî vî dijminê dagirker şer bikin. Emê bigihêjin serketin û azadiya xwe.