MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi konvoyekî Cejna Vejînê 27’ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de bi konvoyekî Cejna Vejînê 27’ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Konvoy li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan wesayîtan hate destpêkirin û di nava wargehê de geriyan. Her wiha şêniyên Mexmûrê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ û ‘Bijî 27’ê Mijdarê’ reng dane çalakiyê.
Piştre li Parka 4’ê Nîsanê kom bûn, agir hate pêxistin û deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên PKK’ê hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Saziya Ciwanan ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê ciwana bi navê Govend Bulut ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de 27’ê Mijdarê li tevahî gelê Kurd û Rêber Apo hate pîrozkirin û daxuyanî wiha ye; “Di şexsê şehîdên me yên mezin Hakî Karer û şehîdên di pêngava Bazên Zagros û Cenga Xaburê de li dijî dagirkeran heta dawî berxwedana û gihiştine şahadetê, em bi minetdarî bibîr tînin û 27’ê Mijdarê li wan pîroz dikin. Di serdemekî wisa dîrokî de, ji aliyê gerîlayên Rêber Apo ve li dijî dagirkeran şerekî dîrokî û girîng tê meşandin. Bi çirûska ku di 27’ê Mijdara 1978’an de li hember faşîzma dewleta Tirk destpêkirî, îro carekdin di pêşengtiya gerşlayên Kurdistanê de li her çar parçeyên Kurdistanê, ev çirûsk wekî agirê azadiyê geş bûye.
Di van 43’ê salan de berdêlên pir giranbiha hatine dayin, lê dîsan jî ti caran ji xeta apogerî tawîz nehatiye dayîn. Wekî ciwanên Kurd em bi diruşmeya; ‘Me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî serbixin’ ji bo xwe esas girtiye. Emê di sala 44’an de bi kelecan û têkoşînek mezin berxwebidin.
Di vê qonaxa ku hevpeymanên sedsalê temam di bin de, wek ciwanên Mexmûrê em xwe bi fikir û felsedeya Rêber Apo perwerde dikin û xwe pêşdixin. Emê bi ruhê 1987’an li hember zihniyeta şovenîst ya dewleta Tirk berxwe bidin û sekna xwe bidin diyarkirin.
Di dawî de em cejna vejînê li mîmarê jiyana azad Rêber Apo, gerîlayên ku niha di çeperan de şer dikin, hemû girtiyên azadiye û hemû gelê Kurd pîroz dikin. Emê bi di sala 44’an de bi ruhê ciwantî, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin û Kurdistanê mîsoger bikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya ciwanan bi gerandina govendê bi kelecanekî mezin dom kir.