NAVENDA NÛÇEYAN – Di pêşengtiya Rêber Apo û komek xwendevanan de biryareke qedera gelekî biguhure tê girtin û PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de li Gundê Fîs’a Licê de PKK tê damezirandin. Dehan sale gelê Kurd vê rojê wek rojeke dîrokî bi wate dike û li her derê vê rojê de pîrozbahiyan pêk tîne.
Îsal jî ev pîrozbahî bi rojan pêş de li welat û derveyê welat destpê kirin. Ji van pîrozbahiyên îsal re ciwan pêşengtiyê dikin. Taybet ciwanên Bakûr bi coş û moralên xwe ve çend roje dev ji kolanan bernadin.
Ciwanên Welatparêz 44’emîn salvegera PKK’ê li gelek navçeyên Amedê pîroz kirin. Ciwanan li navçeyên Sûr, Bağlar û Kayapinarê fîşekên hewayî 27’ê Mijdarê pîroz kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin.