MÊRSÎN – HBDH’ê li Mêrsînê bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li polîsan da.
HBDH’ê daxuyaniyek weşand û got “Di 24’ê Mijdara 2021’an de saet di 22.00’an de bi sedan polîsan girtin ser Parka Îsa Oner a li Taxa Karadûvar a Akdenîza Mêrsînê. Di dema operasyonê de yekîneyeke me bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li polîsan da.
Di dema çalakiyê de polîsên faşîst ketin panîkê û fêm kirin ku ew ê bi hêsanî nikarin têkevin Taxa Karadûvarê. Li Karadûvarê gelên Tirk, Ereb û Kurd hene û faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze hêza hevgirtina li vê taxê bişkîne.
Em bi vê çalakiya xwe salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz dikin. Di sala nû ya têkoşînê de wê hêzên HBDH’ê faşîzmê hilweşînin û wê azadî bi ser bikeve.”