HAMBÛRG – Aktîvîstên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşer) bi boneya 44’emîn salvegera PKK’ê li gelek deverên Ewrupayê çalakiyên xwe didomînin.
Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN’ê yên Hambûrgê bi wesîleya 44’emîn salvegera PKK’ê li gelek deverên bajêr alên partiyê û nivîsên PKK’ê çêkirin.
Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN’ê bertek nîşanî cihgirtina PKK’ê ya di lîsteya “rêxistina terorê” de dan û pankarta “Weg mit dem verbot der PKK” a Elmanî ya ji lîsteyê bê derxistin daliqandin.