MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê meşeke bi coş hate kirin.
Endamên TCŞ û dostên wan ên ji Fransayê li Qada Canebîereyê kom bûn û heta Qada Vîeûx Portê meşiyan.
Ciwanan di meşê de fîşekên hewayî teqandin û sloganên ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê’, ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ berz kirin.
Di çalakiyê de li ser navê TCŞ’ê axaftin hate kirin û ji bo pîrozbahiya girseyî ya roja Yekşemê bang hate kirin.