BASEL – Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊK-JIN) bi wesîleya salvegera 43’emîn a damezrandina PKK’ê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin.
Ciwanan di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de meş pêk anîn û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.
Ciwanan li qada Claraplatzê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Jin, jiyan, azad” qîriyan û destnîşan kirin ku sala 44’an wê bibe sala serketinê. Ciwanan her wiha fîşekên hewayî jî teqandin.
Meşê bi qasî saetekê dewam kir û li Markplatzê bi dawî bû.