HEWLÊR – Xwepêşandana xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên Başûrê Kurdistanê carek din destpê kir. Li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê xwendevanan daxwaza xerca mehane kirin.
Bi rojane bi hezaran xwendevan li seranserê Başûrê Kurdistanê daxwaza xerciya mehane û xizmetguzariyek baş dikin.
Lê tevî hemû çalakî û xwepêşandanan, hikumet bêdenge. Duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi komek xwendevan re civiya û bersiva xwendevanan da. Barzanî got, li ti dera cîhanê xwendinek belaş nînin, ji bo çi hun xerca mehane dixwazin.
Xwendevan îro carek din rabûn ser xwe û daxwaza mafê xwe kirin. Xwendevanên zanîngehê û peymangeha navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, li ber derê avahiya zanîngehê çalakiyek lidarxistin. Xwendevanan bê navber dirûşmeya ‘Erê hikumeta 30 salî, xerca mehane mafê meye’ qêriyan. Xwendevanan xwestin hikumet guh bide daxwazên wan.