NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekirin.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
Li Aydın Kuşadası 48 kargeh, li Stenbol, Kirikale û Koca Elî 3 fabrîqa û 1 kamyon bi hemleya Çokdanîne ve me da ber agir. Wek Înîsîyatîfa Zarokên Agir emê nefesa dijminê Kurdan û piştevanîyên partiyên terorîst AKP-MHP’ê qut bikin û di nav agir de bihêlin. Di dagirkeriya Efrîn de dijmina Kurd Serokê Şarêdariyê Aydin Ozlem Çerçixlu ku li ser bombeyan navê xwe nivîsandiye û hemû faşîst wê di bajarên xwe de bilind kirina agirê tolhildanê bibînin. Li Aydin navçeya Kuşadası di hundirê wê de kafeterya, restorant û amûren turistik bi giştî 46 kargeh bûn xwelî. Li Stenbol fabrîqaya TESLA Plastîk ya hilberînê, li Kirikale Febrîqeya belavkirina firotanê a Hocaoxlu Parekende û li Koça Elî fabirîqeya MEDÎ Kaçuk (Lastîk) bi agirê me yî tolhildanê ve hate şewitandin.
Berferehiya Şewatan;
27.11.2021 Li Aydin Kuşadasi 48 kargeh ku ayîde dijminê Kurdan bi giştî bûn xwelî.
27.11.2021 Li Stenbol navçeya Esenyurt fabrîqaya TESLA Plastîk ya ayîde faşîstan.
26.11.2021 Li Koca Elî navçeya Kartepe fabrîqaya MEDÎ Kaçuk ya ayîde AKP’ê.
27.11.2021 Li Kirikale febrîqeya belavkirina firotanê a Hocaoxlu Parekende ya ayîde dijminê Kurdan.
26.11.2021 Li Stenbol navçeya Kaxithane kamyoneta belavkirina cipsan ya ayîde kesekî faşist hat şewitandin.