AMED – Di pêşengtiya Rêber Apo û komek xwendevanan de biryareke qedera gelekî biguhure tê girtin û PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de li Gundê Fîs’ê Licê de PKK tê damezirandin. Dehan sale gelê Kurd vê rojê wek rojeke dîrokî bi wate dike û li her derê vê rojê de pîrozbahiyan çêdike.
Îsal jî ev pîrozbahî bi rojan pêş de li welat û derveyê welat destpê kirin. Ji van pîrozbahiyên îsal re ciwan pêşengtiyê dikin. Taybet ciwanên Bakur bi coş û moralên xwe ve çend rojin dev ji kolanan bernadin.
Ciwanên Welatparêz 44’emîn salvegera PKK’ê li gelek navçeyên Amedê pîroz kirin. Ciwanên welatparêz duh êvarê li Taxa Fîskaya ya Amedê ala PKK’ê daliqandin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan salvegera damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên Tirk ên dagirker ku danê êvarê nikarin bikevin taxê, danê sibehê tax dorpêç kirin.