AMED – Çalakiyên ku bi boneya 43’emîn salvegera PKK’ê çend roj berê hatibûn destpêkirin bi coşeke mezin berdewam dikin.
27’ê Mijdarê îsal 43. salvegera PKK’ê li Kurdistan û gelek deverên Ewrupayê bi coş û moraleke mezin tê pîrozkirin. Ciwan û jinên ciwan pêşengiya çalakî û pîrozbahiyan dikin.
Pîrozbahiyên ku bi rojan berê li gelek navçeyên Amedê hatibûn destpêkirin duh êvarê jî dewam kirin. Ciwanên welatparêz ên li navçeyên Rezan, Huzurevlerî û Seyrantepe yên Amedê bi fîşekên hewayî û siloganan salvegera PKK’ê pîroz kirin.