MINBIC – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li pêş çerxerêya Şehîdan a li Başûrê bajarê Minbicê kom bûn û têkildarî êrîşa duh a li bajar ku di encamê de 4 şehîd bûn û gelek birîndar bûn, daxuyanî dan. Endamê rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Seydana Henoş daxuyanî xwend.
Destpêka daxuyaniyê salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
“Ji destpêka belavbûna fikirê Rêber Gelan û projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve êrişên faşîzma Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê ranewestîne, bi bin ketin. Ji ber wê dewleta Tirk berê xwe da şerê taybet, teqînên li dij mirovahî û bê exlaqî pêk tîne ku ewlehî û aramiya herêmê tevlîhev bike.
Piştî ciwanan bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê meşek li dar xist, welatiyên Minbic bi erebeyeke bombebarankirî hatin hedefgirtin. Ev karekî ne exlaqiye ye û nîşaneyek li dijî partî û projeya wê ya demokratîk e.
Em bi sekna xwe dixwazin helwesta xwe li dijî dijmin nîşan bidin, her wiha bi berxwedan, têkoşîn, vîna civakê û bi fikirê Rêber Gelan em ê li hember tevahî derbeyan bisekinin.”